Li Konyayê 2 jin hatin kuştin
Li Konyayê jinên bi navê Buşra Gîzem Guzelsoy û dayika wê Gulya Barûtçû ji aliyê Omer Îgret ve hatin kuştin.
Li Konyayê jinên bi navê Buşra Gîzem Guzelsoy û dayika wê Gulya Barûtçû ji aliyê Omer Îgret ve hatin kuştin.
Omer Îgret ê li navçeya Selçûklû ya Konyayê dimîne, destgîra xwe ya berê ku beriya demekê jê cihê bû Buşra Gîzem Guzelsoy û dayika wê Gulya Barûtçû doh êvarê saet di 17:00 de bi çekê li hundirê wesayitê kuştin.
Omer Îgret ji cihê bûyerê reviya. Buşra Gîzem Guzelsoy a 27 salî û dayika wê Gulya Barûtçû ya 48 salî ku bi giranî birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan.
Polîsan dest bi lêgerîna li Omer Îgret kir. Hate ragihandin ku Omer Îgret bi heman çekê dawî li jiyana xwe aniye.
Li aliyê din hate hînbûn ku Buşra Gîzem Guzelsoy 2 saet beriya bê kuştin çûbû navenda polîsan û giliyê Omer Îgret kiribû û ji bo biryara parastina wan bê dayin serlêdan kiribû.