Li Helebê di çalakiya 8'ê Adarê de dagirkerî hate şermezarkirin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di çalakiya 8'ê Adarê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.

8'Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ

Çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" li Qada Newrozê ya li herêma Şiqêf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêk hat. Di çalakiya bi sedan kes, nûnerên Partiya Gel, Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyeyê û gelek partiyên din amade bûn.

Di çalakiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Fehîma Hemo axivî û got têkoşîna jinên Kurd û jinên Rojhilata Navîn bi saya “rêberê neteweyî yê hevreyê jinên azad Abdullah Ocalan” bi pêş dikeve.

Fehîma Hemo anî ziman ku bi rihê pêşengên mîna Sakîne, Bişeng, Sosin û Rojbîn Ereb wê meşa azadiyê ya jinan dewam bike.

Ji fermandarên YPJ’ê Ekîn Tolhildan diyar kir ku ku 8’ê Adarê roja têkoşîna li hemberî tevahî cureyên pergalên baviksalar e.

Ekîn Tolhildan îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan û avakirina civakeke demokratîk tê dikoşe û ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga xurtkirina têkoşînê kir.

Di dewama çalakiyê de berdevka Meclisa Jinana a Sûriyeyê şaxê Helebê Heyfa Hesen destnîşan kir ku jinên sûriyeyî ji ber şerê domdar gelek êş dîtine. Heyfa ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî banga xurtkirina têkoşînê kir.

Berpirsa Navenda Ragihandinê ya Partiya Gel Necla Farûq jî diyar kir ku 8’ê Adarê têkoşîna jinên kedkar rave dike û ev roj li dayikên şehîdan pîroz kir.

Pîrozbahî bi stran û govendan ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û Navenda Cemîl Horo ve dewam kir.