Li Hannoverê perwerdeya li ser jineolojiyê
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li ser mijara jineolojiyê ji bo 2 rojan perwerde hate organîzekirin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li ser mijara jineolojiyê ji bo 2 rojan perwerde hate organîzekirin.
Perwerdeya li ser jineolojiyê, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hate lidarxistin û du rojan dewam kir.
Perwerdeya ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hannoverê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Axaftina destpêkê ya perwerdeyê, ku bi dehan jin beşdar bûn, ji aliyê Devrîm Alp ve hate kirin. Alp, ji bo pêşîgirtina li kêmasî û astengiyan bal kişand ser girîngiya perwerdeyê.
Piştre lêkolîner Sûltan Oger axivî û li ser mijarên; jineolojî (ilmê jinê) û dîroka jinê pêşkêşî kir.
Oger her wiha têkildarî rêxistinbûn û têkoşîna jinê, işaret bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Li gel vegotina dîroka tevgera azadiyê ya jinê, li ser karên tevgera jinê li Ewropayê kiriye agahî hate dayin.
Piştî nîqaşên berfireh, perwerdeya 2 rojan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan azadî" qediya.