Li Girtîgeha Baybûrtê ya Tîpa M yê berê tacîz dûre jî sirgûn

Girtiyên jin ên siyasî yên di Girtîgeha Baybûrtê Tîpa M yê de ji ber ku li hemberî tacîza devkî ya leşkeran derketin, hatin sirgûnkirin.

Hat diyarkirin ku jinên hatine sirgûnkirin malbatên wan nehatine agahdarkirin û rêveberiya girtîgehê xwestiye ku sirgûnê ji malbatan veşêre.

Bi Biryarnameyên di hukmê qanûnan de (BHQ, li girtîgehan pêkutî didomin.

Jinên girtî yên di girtîgehê de ji ber ku li hemberî leşkeran ku tacîza devkî ya zayendî dikin derketine, berê cezayê telefon nekirinê û dûre jî yê derneketina qada hevpar li wan hate birîn. Jinên girtî dûre jî hatin sirgûnkirin.

Ji 8 jinan 4 jê sirgûnî Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hate kirin û ç4 din jî sirgûnî Girtîgeha Şakran a Îzmîrê hate kirin.

Li gorî daxuyaniya malbatan, leşkeran bi devkî jinên girtî tacîz kirine. Piştre jî tişt avêtine ser jinên li hewşê. Jinan bi dirûşman nerazîbûn nîşanî leşkeran dane û piştre jî ceza li jinan hatiye birîn.

Harûn Bîlîcî yê ku birayê girtiya bi navê Şefîka Bîlîcî ye diyar kir ku bi mehan e ji xwişka xwe nikare agahiyekê bistîne û got: “Her cara ku me telefonî girtîgehê dikir me dipirsî ‘Çima telefonî me nake’ lê wan bersiv nedidan vê pirsa me. Piştre jî Şefîka telefonî me kir û em hîn bûn ku sirgûnî Girtîgeha Sîncanê bûye.”

Bîlîcî diyar kir ku ligel xwişka wî 7 jinên din jî hatine sirgûnkirin yên ku navên wan nehatin zelalkirin.