Li Fînlandiya 45 hezar jin bûne qurbanê tundiya zayendî
Encama lêkolîneke li Fînlandiya nîşan da ku her sal tundiya zayendî li 45 hezar jinî dibe. Tenê 1 ji 100'î wan kesan ku tacîza zayendî li jinan kirine hatine cezakirin.
Encama lêkolîneke li Fînlandiya nîşan da ku her sal tundiya zayendî li 45 hezar jinî dibe. Tenê 1 ji 100'î wan kesan ku tacîza zayendî li jinan kirine hatine cezakirin.
Saziya Lêkolîna Qurbanên Sûcdariyê ya Navnetewî ku tundiya li jinan lêkolîn dike, beriya bi çend rojan raporek weşand û diyar kir li Fînlandiya her sal tundiya zayendî li ser 45-50 hezar jinî dibe.
Di raporê de hate gotin tundiya li ser jinê li gorî salên borî zêde neguheriye, jinên ku tevlî lêkolînê bûne, tundiya zayenî û tacîzê li wan bûye.
Seksiyona Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ya Fînlandiya jî got ji sûcên tundiya zayendî ya li ser jinan, kêmî 1 ji 100'î hatine cezakirin û sedema vê jî wiha diyar kir ku piraniya jinan polîsan agahdar nakin. Hate diyarkirin 1400-2000 jin agahî didin ku tundiya zayendî li wan bûye û ji van jî tenê nîvê jî dozê vedikin.
Endama Hîndekariyê ya Zanîngeha Helsinkiyê ku li ser sûcên zayendî lêkolînan dike, Otova Pîha ji ajansa nûçeya YLeyê re axivî û got sedema ku kêm mêr ji sûcê tundiya zayendî ceza dixwin ew e ku piraniya jinan agahiyê nadin.
Saziya Lêkolînê ya Sûcdariyên Netewî diyar kir vê salê dawî temenê wan di navbeyna 15-74'an de tundiya zayendî li zêdetirî 45 hezar jinî bûye.