Li Ermenistanê Komîteya Kurdistanê Roja Dayikan  pîrozkir

Li bajarokê Êrivanê Oktanberiya yê Ermenistanê Roja Dayikan hat pîrozkirin.

Dayikên derdorê gundên Oktanberiya yê bajarê Êrîvanê tevlî civînê bûn û roja dayîkên cîhanê pîroz kirin. Civîn ji aliyê Komîteya Kurdistanê ve hat organîzekirin. Civîna dayîkan li ofîsa Komîteya Kurdistanê ya Oktanberiyê pêk hat. Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.

Dayikên derdorê gundên Oktanberiya yê bajarê Êrîvanê tevlî civînê bûn û roja dayîkên cîhanê pîroz kirin. Civîn ji aliyê Komîteya Kurdistanê ve hat organîzekirin. Civîna dayîkan li ofîsa Komîteya Kurdistanê ya Oktanberiyê pêk hat. Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.Civîn ji aliyê endama Kurdistan Komîteyê Medya Rêzan ve hat berdewamkirin. Medya Rêzan girîngiya rojê diyar kir û got, “Ev roj roja dayikan a cîhanê ye û bi têkoşîneke mezin ev roj di qada navneteweyî de hatiye qebûlkirin. Em jî weke Rêxistina Jina Azad, vê rojê di serî de li dayîkên şehîdan, li dayîkên welatparêz û yê şoreşgeran û di şexsê dayîka Rêberê gelê Kurd Abdûllah Ocalan dayê Uveyş de li hemû dayîkên Kurd û li dayîkên Kurdistanê pîroz dikin.”

 Rêzan xeberdana xwe wiha berdewam kir: “Bila bimire xiyaneta navxweyî, îro dîsa xiyanet berdewam e. Li her çar parçeyên Kurdistanê êş û şer heye. Li hemberê vî şerê jî him li Şengalê û him jî li Rojava vîna gel berdewam e. Em di serî de vê helwesta Barzanî û ya hevalbendên wî bi tundî şermezar dikin.”

Di dawiya pîrozbahiyê de gelek dayîkan xeber dan û ji bo minasebeta rojê hestên xwe derbirîn. Di axaftinan de diyar kirin ku bila êdî dayîk êşê nekişînin, yekîtî pêk were û welatê me azad bibe.

Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmeyên “Roja dayîkan pîroz be” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.