Li Efînê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan greva birçîbûnê
Li gundê Gewende yê girêdayî navçeya Meydana ya Efrînê jinan ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya du rojan da destpêkirin.
Li gundê Gewende yê girêdayî navçeya Meydana ya Efrînê jinan ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya du rojan da destpêkirin.
Di konê greva birçîbûnê ya li gundê Gewende ya girêdayî navçeya Meydana yê hate vedan de, pankartên bi nivîsa “Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn” vekirin.
Li kon ji rêveberiya Kongreya Star Emîne Şêxo, axivî û bal kişand ser rewşa Ocalan û diyar kir ku heta agahiyeke pêbawer bigirin wê çalakiya xwe bidomînin.
Hat diyarkirin ku wê çalakî du rojan bidome.