Li Dûîsbûrgê şîdeta li jinê hate protestokirin

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanya yê, îro bi 10’emîn çalakiya tê pêk anîn, şîdeta li jinê hate protestokirin.

Çalakiya 10’emîn ya jî aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve hatî lidarxistin, di seat 17:00’an de li Avendûnkplatz ê ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêz destpê kir.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel Amara Tolhildan û li ser navê Tevgera Jinên Kurd Reşan Yildirim axivîn.

Di nava axaftinan de bal hate kişandin ku li her aliyê cîhanê tundiya li jinê ya bi sedema welat, dîn, ziman, gel û rengê wan bi hezaran jin ziyanê dibînin yan jî jiyana xwe ji dest didin.

Di Çalakiyê de ku belavoka Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel jî hate xwendin, piştî axaftinan li ser hev dirûşmeyên, “Ji bo şîdeda jinê na”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Hemû dagirker ji Kurdistanê derkevin” berz kirin.

Banga ji bo tevlîbûna meşa 11’ê Tîrmehê ya di seat 15:00’an de li HBF Dûîsbûrgê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk bê lidarxistin, hate kirin.