Li bajarê Dûisbûrg a Elmanya yê çalakiya ji aliyê Meclîsa Bilind a Jinê ve hatî organîze kirin, li Averdukplatzê pêk hat.
Di çalakiya ku alên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) û pankartên protesto kirina şîdeta li dijî jinê hatîn rakirin de, SKB’ê jî tevlî bû. Di axaftinên çalakiyê hatî kirin de, xespkirina şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê AKP/MHP’ê ve jî hate protestokirin.
Di çalakiyê de diruşmeyên “Ji şîdeta li dijî jinê re na”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatî berzkirin, banga ji bo tevlîbûna çalakiya 23’ê Gulanê roja Şemiyê ya ji bo şermezar kirina êrîşên dewleta Tirk ya li dijî Zînê Wertê, Ambargoya li ser Mexmûrê ya ji aliyê KDP’ê ve û xespkirina şaredariyên HDP’ê bê kirin.