Li dijî tundiya li ser jinê têkoşîna rêxistinî

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşî li tundiya li ser jinê bê girtin, ji bo avakirina sîstema jiyanek hevjiyana azad û demokratîk têdikoşin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek saziyên jinan hene ku pêşî li tundiya li ser jinê bigirin. Di nav van de navendên pêşeng Mala Jinê, Weqfa Jinan û Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Sara ne. Jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşî li tundiya bi sedsalan bê girtin, di 8'ê Adara 2011'an de li bajarê Qamişlo Mala Jinê vekir. Mala Jinê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî li ser bingeheke demokratîk, parastina jinan ji hemû cureyên tundiya mêr û vegerandina hêza xwe ya xweser hate avakirin. Îro dozên civakî û jinan ên ku dixwazin bi rêya komîteyên aştî û perwerdeyê yên Mala Jinê ya ku di nava Kongreya Star de ye bên çareserkirin, eger neyên çareserkirin sewqî dadgehê tên kirin.

JI BO KU PÊŞÎ LI TUNDIYÊ BÊ GIRTIN

Armanca sereke ya Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinê ku di 1'ê Hezîrana 2013'an de hat avakirin, pêşî li tundiya li ser jinê bê girtine. Tevî ku di pêkanîna Zagona Jinê ya ku di sala 2014’an de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate derxistin de pirsgirêk hebûn jî, lê di salên pêş de hem di berfirehkirina qanûnan de hem jî di sala 2022’yan de bi navê Qanûna Malbatê pêşketinên nû hatin avêtin. Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi tevlîbûna di amadekirina Qanûna Malbatê de ji bo pêşîgirtina li destavêtin, komkujî, pirzewacî û zewaca zarokan di nava civakê de bi awayekî aktîf xebatan li dar dixe. Rêxistina ku yekem car di sala 2014’an de li Kobanê şaxên xwe vekir, li Hesekê, Sirîn, Eyn Îsa û Helebê berfireh bû. Di vê mehê de wê li Reqayê şaxek were vekirin.

BÎLANÇOYA TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ

Bîlançoya tundiya li dijî jinan li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2021’an de ji aliyê Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ve hatiye amadekirin wiha ye: Qetilkirin 40, tundî 92, heqaret 12, gefa kuştinê 24, destavêtin 5, destdirêjî 9, berdan 39, xwekuştin 34 û hewldana xwekujiyê 34. Li gorî 6 mehên ewil ên sala 2022’yan bîlanço wiha ye; Pirsgirêkên di navbera hevjînan 220, qetilkirin 27, xwekuştin 7, hewldana xwekuştinê 21, tundî 84, pirzewacî 9, îstismar 50, kuştina rewa dîtin 6, zewaca zarokan 27, destavêtin 5 û berdan 28.

JI BO QANÛN BI JIYANÎ BIBIN HEWLDAN HEYE

Berdevka Têkoşîna li dijî Şîdeta li Ser Jinê ya Sara Arzû Temo û Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman xebatên xwe yên ji bo pêşîgirtina li tundiyê ji ANF'ê re vegotin.

Berdevka Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Sara Arzû Temo jî wiha got: “Ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinan li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gelek xebat hatin kirin. Ji bo avakirina civakeke birêxistinkirî û hişmend perwerde pêwîstiya herî sereke ye. Piştî kêmasiya zagonên jinan ku heta sala 2022'yan gihişt astekê û hem di naverok û hem jî di navê qanûnê de guhertin çêbû, hat hîskirin ku rastiya civakî tenê bi qanûnên jinan nayê guhertin û pêwîstî bi destxistina pîvana malbatê hate hîs kirin. Qebûlkirina hiqûqa malbatê bi hişyarkirina civakê ve girêdaye. Ji ber vê yekê bi qanûna malbatê ya hatî derxistin re hewl hat dayîn ku di civakê de wekheviya zayendî were avakirin. Dibe ku hêsan xuya bike, lê ji bo pejirandina qanûnan gelek xebat hatine kirin û hêj negihiştiye asta ku tê xwestin.

KÊMBÛNA TUNDIYÊ TÊR NAKE

Bi gotina tundiya li ser jinê kêm bûye têrê nake. Armanc avakirina jiyana demokratîk û azad e. Têkoşîna ji bo bidawîkirina destavêtin, tundî, komkujî, pirzewacî û zewaca zarokan kêm encam nedaye, lê em nikarin bêjin ku me bi tevahî encam girtiye. Dema em li bîlançoya tundiya li ser jinan, destavêtin, pirzewacî û zewacên biçûk ên li Herêma Cizîrê dinêrin, tê dîtin ku kêmbûn heye, lê ji bo Herêma Firatê em nikarin vê yekê bibêjin. Li van herêman di warê pêkanîna qanûna malbatê de hîn jî pirsgirêkên me hene. Dibe ku her roj geşedaneke nû çêbibe, lê tundî ji holê ranebûye. Bi taybetî li bajarên weke Reqa ku gelê Ereb lê dijîn, îro pêwîst e zêdetir têkoşîn bê kirin. Mînak li Reqayê gelek jin hatin qetilkirin û weke xwekujiyê hate diyarkirin. Di rastiyê de sedema vê yekê jî ew e ku li van herêman rêxistinbûna jinê bi tevahî pêş neket. Behsa zîhniyeteke 5 hezar salî tê kirin û ji bo ku ev zihniyet bê tunekirin, perwerde pêwîst e. Helbet di avakirina civakeke rêxistinkirî û hişmend de dê êş hebin, lê ji bo rakirina tundiyê têkoşîn girîng e.”

JI BO TÊKOŞÎNÊ DIVÊ BAWERIYA JINÊ WERE QEZENCKIRIN

Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman diyar kir ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin hemû jinan û xwe birêxistin bikin û wiha got: “Perwerde û rêxistinbûn yek ji pêdiviyên ku îradeya jinê derkeve holê û weke hebûnekê were naskirin e. Di pergala ku zîhniyeta serdest a mêr bi sedsalan kole kiriye de, jin ji bo ku weke îrade bijî pêwîst e xwe bigihîne cewher, wate û rastiya xwe. Tê xwestin ku dîroka jinê, hebûna jinê, keda jinê, civakbûna jinê ku ji dîrokê hatiye rakirin, îro derxin asta herî jor. Îro têkoşîneke hîn rêxistinkirî tê meşandin. Ev yek di encama keda jinan de pêk hat. Tişta herî girîng a ku mirov bikaribe jinan bi rêxistin bike û di navendên perwerdeyê de cih bigire, bidestxistina baweriya wan e. Ji bo bilindkirina hişmendiya jinan û başkirina refleksên wan perwerdehiya sereke ye. Jin bingeha civakê ye. Perwerdekirina jinê perwerdekirina civakê ye, bi hêzkirina jinê bi xurtkirina civakê re derbas dibe. Ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinê, armanca me ew e ku em xwe bigihînin jinan û baweriya wan bi dest bixin da ku karibin mafên xwe biparêzin.

Pêngava me ya yekemîn Mala Jin bû ku me di sala 2011’an de li Qamişlo ava kir, ji bo ku jin ji rewşa ku tenê zarokan çêdike rizgar bikin. Li hin bajaran hîna rejîm serdest bû, lê ji bo rêxistinbûna xwe xurtir bikin û pêşî li tundiya li ser jinê bigirin, me gavek wiha avêt. Xwegihandina hemû jinan bi rêya komîteyên me yên perwerdeyê yek ji armancên sereke bû.

TUNDÎ WÊ BI PERWERDEKIRINÊ DERBAS BIBE

Ji bo pêşîgirtina li tundiyê, divê em pêşî fêm bikin ku tundî ne çarenûs e. Jina ku xwe nas bike wê li xwe xwedî derkeve û wê hişmendiya ku divê kes lê xwedî dernekeve pêk bîne. Jina ku li dijî îstîsmara kedê serî hilda, wê bi vê serhildanê civakeke nû ava bike. Ji bo tundiya li ser jinê ya bi sedsalan berdewam dike ji holê bê rakirin, divê zîhniyeta serdest a mêr bi awayekî berfireh were analîzkirin û deşîfrekirin. Ji bo ku bingeha hevjiyana azad bê danîn, pirzewacî bi dawî bibe û pêşî li zewaca zarokan bê girtin, divê civak bi tevahî were perwerdekirin. Pirsgirêkên civakî bi perwerdekirina jinê nayên çareserkirin, çavkaniya sereke ya pirsgirêkên civakî berhema zîhniyeta zilamê serdest e ku ji aliyê zîhniyeta baviksalarî ve hatiye afirandin. Hêza ku bingeha civakê pêk tîne malbat e. Ji bo ku malbat ji zihniyeta baviksalarî bigihêje asta malbata demokratîk, pêwîst e xwe bigihîne jinê, bi rêya jinê malbat ava bike û piştre pergala malbata demokratîk ava bike. Heta ku di pergala malbatê ya ku hêza bingehîn a civakê ye de guhertin çênebe pêşî li tundiyê nayê girtin.

EM XWE BERPIRSYAR DIBÎNIN

Hêvî Silêman destnîşan kir ku tevî xebatên Mala Jinê û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hîn jî xwe berpirsyarê sereke yê tundiya li ser jinan li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dibînin û wiha got: “Tundiya li ser jinan bi awayekî plankirî û sistematik tên kirin. Jina birêxistinkirî, jina têkoşer, jina ku xwe dispêre jineolojiyê her roj dibin hedef, qetilkirin û tecawizê. Em xemgîn in ku em nikarin xwe bigihînin her jineke hatine qetilkirin, em vê yekê wekî qelsiya xwe dibînin. Qetilkirina jinê tê wateya qetilkirina civakê. Ji bo pêşî li vê tundiyê bê girtin, divê em xwe bigihînin hemû beşên civakê.”