Jinan polîtîkayên qirkirinê yên Îranê protesto kirin

Jinên Kurd, Faris û Elman ên li Darmstadtê hatin ba hev, polîtîkayên qirkirinê yên Îranê protesto kirin, hin jinan ji bo silavkirina jinên li Rojhilat û Îranê li ber xwe didin porê xwe jê kirin û hîcabên xwe şewitandin.

Qetilkirina Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya Seqizî ya li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve, li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi mîtîngekê hat protestokirin. Gelek Kurdistanî tev li mîtîngê bûn ku ji aliyê Meclîsa Jinan Rozayê ve hat organîzekirin.

Danezana Buroya Jinên Kurd a Ewropayê (CENÎ) di çalakiyê de hat xwendin û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî jinan ên Îranê bi tundî hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat destnîşankirin ku egera kuştina jinan polîtîk e û banga mezinkirina birêxistinbûnê hat kirin.

Jinan da xuyakirin ku êdî wan tu tehamûl nîn e û diyar kir ku têkbirina hişmendiya mêrane bi xurtkirina xeta jinên azad û bûyîna xelek li dor vê mimkûn e.

Nûnerên Dîe Lînkeyê ku di çalakiyê de axivîn û banga piştevaniya jinên Rojhilatê Kurdistanê yên Kurd û Faris kirin.

Gelek jinan, di mîtîngê de porê xwe jê kir û qetilkirina Jîna Emînî protesto kir.

Di çalakiyê de bi Kurdî, Elmanî û Farisî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî“, “Bijî piştevaniya navneteweyî ya jinan“ û “Jîna Emînî nemir e“ hatin berzkirin.

Mîtîng, bi muzîkên Kurdî û Farisî dewam kir