BI DÎMEN

Li Berlinê li dijî tecrîdê zincîra ji mirovan

Jinan li Berlinê bi boneya Roja Mafê Mirovan a Cîhanê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava zincîra ji mirovan çêkir.

Jinên Kurd û enternasyonalîstan li paytexta Elmanya Berlînê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava zincîra jinan çêkir. Çalakî ji aliyê saziyên weke Cenî, Meclîsa Jinê ya Dest Dan, Women Defend Rojava, Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê, TekoJIN, Jinên Xwendekar ên Berlin, Komîteya Junge, KJAR û Gemeinde Kampfenê ve hat lidarxistin.

Çalakiya ku bi dirûşma "Zincîra jinan, li dijî tecrîdê ye” li ber Katedrala Berlînê dest pê kir. Jinan di çalakiya zincîra ji mirovan peyameke xurt a hevgirtinê dan. Di çalakiyê hat destnîşankirin ku şoreşa jinê ya Rojava li ser fikrên Rêber Apo pêkhatiye. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku azadiya Rêber Apo rasterast bi azadiya jinê ve girêdayî ye û wiha hate gotin: “Heta ku tecrîd bidome tu kes nikare di nava aştiyê de bijî."

Çalakî bi dirûşmeyên "Es lebe Ocalan", "Freiheit fur Ocalan", "Jin, Jiyan, Azadî", "Freiheit fur alle politischen Gefangenen" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.