Li Bangladeşê cezayê darvekirinê li tecawiza komî hate birîn

Li Bangladeşê dadgeheke taybet cezayê darvekirinê da 5 kesên ku tecawizî zarokeke keç a 15 salî kiribûn.

Li gorî dozger Nesîm Ahmet zaroka keç tevî hevalên xwe çûye ber çem û piştre hevalên wê tecawizî wê kirine.

Ahmed diyar kir ku her pênc kes jî sûcdar in û divê cezayê kuştinê li wan were birîn. Ev biryara pêşîn e ku di vê çarçoveyê de tê dayîn.

Li ser medyaya dîjîtal dîmen hatibû belavkirin ku gelek kes cil û bergên jinekê jê dikin. Piştî van dîmenan çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin.

Rêxistina civakî sivîl a Bangladeşê ya bi navê Aîn o Salîsh Kendra diyar dike ku di 9 mehên pêşîn ên vê salê de tecawizî 975 jinan hatiye kirin û piştî tecawizê 43 jin hatine qetilkirin.