Li Antalyayê jinek hate qetilkirin

Li Serîk a Antalyayê jina bi navê Dûdû Ç. ji aliyê hevserê xwe M.Ç. ve hate qetilkirin.

Li Serîk a navçeya Antalyayê jina bi navê Dûdû Ç. (40), ji aliyê hevserê xwe M.Ç. (41) ve bi kêrê hate qetilkirin.

Dûdû Ç. ya ev demek bi M.Ç. re cuda dijiya, ev nêzî hefteyeke ji bo daweta keça xwe hatibûn gel hev. Piştî ku birîndar bû kesên bûyer bihîstîn agahî dan, polîs û tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Piştî lêkolînê tîmên tendirustiyê dan diyar kirin ku Dûdû Ç. jiyana xwe ji dest da.

Piştî lêkolîna dozgeriya komarê cenazeyê Dûdû Ç. ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Serîk.