Li Amedê mirina bi guman a jinekê

Li Amedê cenazeyê Adûle Kardaş ku bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.

Li taxa Şeyh Şamîl a navçeya Baglar a Amedê, jina bi navê Adûle Kardaş (50) bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Kardaş 9'ê Cotmehê got ku wê biçe sûkê, eger dereng bimîne bila wê meraq nekin, lê piştî ku ji malê derket agahî jê nehate girtin. Ferdên malbatê ku heta danê êvarê li bendê man, piştî ku agahî jê negirtin dest bi lêgerînê kirin. Kardaş li qatê jorê yê malbatê ku di înşaetê de heye, li odeyekê daliqandî hate dîtin.

Cenazeyê Kardaş rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ya Amedê, piştre ji bo otopsiyê şandin Erzîromê.

Cenazeyê Kardaş piştî otopsiyê serê vê sibehê li Goristana Yenîkoy a Baglarê ya Amedê hate veşartin.