Li Agiriyê jineke din bi guman mirî hate dîtin

Li Avekevira Agiriyê jineke din bi şêweyek biguman jiyana xwe ji dest da.

Li Agiriyê jineke din bi guman mirî hate dîtin. Perîxan Pekgoz (40) a li gundê Gewdûşa Jêrê ya girêdayî navçeya Avekevirê dijiya, doh berê sibehê mirî hate dîtin.

Li gorî ajansa MA’yê, bavê Pekgozê yê ku îdîa kir xwe întihar kiriye, hate zanîn ku gotiye: “Di derbarê keça min de pirsan nekin, li ser re bigrin.”

Li bajêr ji 7’ê Gulanê heta roja îro 6 jin bi guman mirî hatine dîtin.

Li gorî rêjeya Platforma Cinayetên Jinan Em ê Rawestînîn, meha derbasbûyî 36 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin û 11 jin bi şêweyek bi gûman mirî hatine dîtin.