Li Îranê zarokên di bin 15 saliyê de 1500 zarok anîn dinê

Li Îranê bi sedan zarokên keç yên di binê15 saliyê de hezar û 500 zarok anîne dinê.

Li gorî Komîteya Piştgiriya Mafên Mirovan a Îranê (CSDHI), li Îranê di salekê de zarokên keç ên temenê wan di navbera 10 heta 14 salî, hezar û 500 zarok anîne dinê. CSDHI têkîldarê mijarê wiha nirxandina xwe kir:  “Di rejîma Îranê de zewaca zarokan tê teşwîqkirin û di encamê de hejmara zarokên ku dibin dayik zêde dibe.”

Li gorî daneyên ku ji aliyê CSDHI ve hatine berhevkirin, Saziya Tomarkirina Nifûsa Neteweyî ya Îranê ragihand ku zarokên di navbera 10 û 19 salî de di salê de 70 hezar pitikan tînin dinyayê. Ji van jidayikbûnê hezar û 474 zarok ji 15 salî biçûktir bûne. Komîteyê destnîşan kir ku ev temen bi taybetî ji bo ducaniyê xeternak e.

Li gorî CSDHI'yê ku diyar dike jidayikbûna pêşwext bi zewacên zû ve girêdayî ye û ragihand ku rêjeya zewaca di navbera 10 û 14 salî de li gorî sala 2021'an ji sedî 32 zêde bû.

Komîteyê diyar kir ku ev hejmar rastiyek xemgîn nîşan dide û got, "Zewaca zarokan yek ji mînakên herî diyar ên tundiya li ser jinê ye."

Li gorî CSDHI, yek ji sedemên zêdebûna welidîna zarokan daxuyaniya Serokê Meclisa Îranê Mihemed Xalîbaf di Mijdara 2021’an de ye. Xalîbaf plana zêdekirina nifûsê ya ku di sala 2013’an de hatibû pêşniyarkirin bi erêkirinê hatibû ragihandin.

Pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî ev plan wekî "li dijî hiqûqa navneteweyî" nirxandin.