Kujer û tecawizkar wê bi efûyê bêne derxistin

Tûana Gençer diyar kir ku bi qanûna nû re wê kujerên jinan û tecawizkar bêne efûkirin. Gençer destnîşan kir ku wê li dijî polîtîkaya bêcezahiştinê têkoşîna xwe dewam bikin.

Endama Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' Tûana Gençer li ser mijara qanûna nû ya înfazê axivî.

MAFÊ JIYANÊ YÊ JINAN

Gençer anî ziman ku bi qanûna nû ya înfazê re ya ku 31'ê Tîrmehê dikeve meriyetê, kujerên jinan, îstîsmarkarên zarokan wê bêne efûkirin û got, "Kujerên jinan, îstîsmarkarên zarokan xwe dispêrin polîtîkaya bêcezahiştinê. Ya rast, ev yek armancê jî radixe pêş çavan. Bi vê guheritnê re wê îstîsmarkar an jî tecawizkar bi kontrol bêne berdan, her wiha agahî ji jin û zarokan re jî nayê dayin. Halbûkî di Peymana Stenbolê de dihate destnîşankirin ku divê agahî bê dayin. Her wiha di her fermannameya dema şewbê de jî dihate destnîşankirin. Di şewbê de agahî nehate dayin û me encamên vê dîtin. Têkildarî mêr ên ku bi guhertina qanûnî re bêne berdan divê teqez agahî ji jinan re bê dayin. Ji ber ku mijar jiyana jinan e."

KIRYAR XWE DISPÊRIN GOTIN Û NÊZÎKATIYÊN DESTHILATDARIYÊ

Gençer hişyarî da ku bi rêya vê guhertinê mafê jiyanê yê jinan ji destê wan tê girtin û got, "Tevî ku girtiyên siyasî girtî têne hiştin, kujerên jinan bi rêya efûkirinê wê bêne berdan. Ev yek dibe sedem ku jin bi hêsanî karibin bêne kuştin. Kiryar xwe dispêrin gotin û nêzîkatiyên dijminatiya li jinê û dikarin bi hêsanî jinan bikujin. Lewma kujer ti carî mêrekî bi tenê nîne.

Dema ku em diçin qereqolê zor û zehmetiyên cuda datînin pêşiya me, hêzên ewlekariyê jinan vedigerînin. Dema diçin dadgehê, diçin edliyeyê zor û zehmetiyên cuda dibînin. Desthilatdarî bi van polîtîkayên xwe, bi gotinên dijminatiya li jinê timî kiryaran xwedî dike û di encama vê yekê de jî jin têne kuştin. Yên ku jinan naparêzin kujerê Ezgî Zerkîn Denîz Ozarslan nabînin. Lê belê her kesên ku mafê xwe yê destûra bingehîn bi kar tînin di cih de têne destgîrkirin. Di cih de dikarin bêne girtin. Haya civakê ji vê yekê heye."

EM Ê NEHÊLIN KU DEST BIDIN QANÛNA BI HEJMARA 6284'AN

Gençer ragihand ku desthilatdarî piştî betalkirina Peymana Stenbolê niha jî êrîşî qanûna bi hejmara 6284'an dike û got, "Em ji bo mafê xwe yê herî rewa têdikoşin, em qala mafê xwe yê jiyanê dikin. Yên ku di pêvajoya hilbijartinê de bal dikişandin ser girîngiya xwendina zarokan, tevlîbûna zarokên keç li perwerdeyê, niha radibin dibêjin ku ew li dijî sîstema bi hev re ne."

Gençer anî ziman ku hîn jî êrîş li qanûna 6284'an tê kirin û got, "Piştî vekişîna bêhiqûqî ji Peymana Stenbolê niha jî êrîşî qanûna bi hejmara 6284'an dikin û hewl didin bidin rakirin."

Gençer got, "Bila jin netirsin" û ji bo têkoşînê bang kir. Gençer diyar kir ku ji bo têkbirina êrîşan wê jin xwe li her derê bi rêxistin bikin û got, "Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî, bi rêxistinî û têkoşînê li ber hemûyan rabin. Lewma netirsin; jin wê ti carî bi tenê nemeşin. Jin wê zarokên keç bidin xwendin. Jin wê li nava kar, li qada cemaweriyê, li her qada jiyanê hebin. Em ê nehêlin ku dest bidin qanûna bi hejmara 6284'an."