Kongreya Star: Nûjiyan jiyana xwe diyarî rastiyê kir

Kongreya Star ji bo rojnamevan Nûjiyan Erhan daxuyaniyek da û got, "Em soza xwe dubare dikin, ku em ê li ser şopa şehîdan rastiyê bişopînin û xwedî li keda şehîdan derkevin."

Kongreya Starê, têkildarî rojnamevan Nûjiyan Erhan ku ji aliyê çeteyên AKP-PDK'ê ve li Şengalê şehîd hat xistin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewletên netewe yên faşîst ji bo kuştina Jinan hewl didin civakan teslîm bigirin. Lê belê civakên bi berxwedan û pêşengtiya jinê tevdigerin, wê ti carî serî netewînin û doza azadiyê her tim bilind bkin. Heval Nûjiyan jî yek jî jinên ku li pey şopa rastiyê bû û jiyana xwe diyarî eşqa rastiya azadiyê kir.

Endama Ragihandina Azad heval Nûjiyan Erhan ku ji sala 2005’an heya kêliya dawî ya jiyana xwe li gelek deveran xebatên çapemeniyê dimeşand û rastiya têkoşîn, berxwedana gel û dijminên mirovahiyê ji raya giştî re radigihand bê ku kêliyêk jî dudil bibe ji bo jiyanek azad xwe feda kir.

Herî dawî, ji bo rastiya êşên civaka Êzidî ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne, nûçegîhana JINHAʹyê Nûjiyan Erhan di 3ʹê Adarê de dema çeteyên PDK û AKP’ê êrîşî bajarokê Xanesorê ya Şengalê kirin, ji bo rastiya bûyerê bişopîne û ragihîne li herêmê bû. Lê belê bû hedefa sekvanekî çeteyên aşîst û dagirker ên PDK/AKP'ê bi guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû. Lê mixabin piştî 19 rojan tevî hemû hewldanan şevê din heval Nûjiyan tevlî şêhîdên azadiyê û rastiyê bû.

Em carek din êrîşên çeteyên faşîst û dagirker ên PDK û AKP bi tundî şermezar dikin.

Em soza xwe ji bo xwedî derketina rêya ku bi xwîna Şehîdan ronî bûye bişopînin û biparezin nû dikin. Her wiha em sersaxî jî malbata şehîdên ragihandina azad, rojnemewan heval Nûjiyan û gelên berxwedêr dixwazin.

Bimire xiyaneta PDK!"