Kongreya Star kongreya xwe ya 8'emîn li dar dixe

8'emîn kongreya Kongreya Star bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin û şoreşa jinan misoger bikin" bi beşdariya 300 delegeyan dest pê kir.

Kongreya 8'emîn a Kongreya Star li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê ya herêma Cizîrê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Li hola kongreyê, wêneyên şehîdên jin wekî sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û şehîd Zehra, hatin daliqandin.

300 delegeyên jin ên ji kanton û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarên Helebê û Şamê, her wiha gelek mêvanên ji bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê, beşdarî kongreyê bûne.

Kongre bi axaftina delege û mêvanan dewam dike.