Kongreya Star êrîşa li dijî Hozat şermezar kir

Kongreya Star der barê weşana qenaleke televîzyonê ya nêzî PDK'ê ku heqaret li Hevseroka KCK'ê Besê Hozat kiribû daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku êrîşa li dijî Hozat êrîşa li dijî jinên azadîxwaz û şoreşger hatiye kirin.

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava têkildarî êrîşên televîzyona K24 ên li dijî hevseroka Konseya Rêveber a KCK`ê Besê Hozat, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Em; Kongreya Star êrîşa li dijî hevseroka KCK’ê Besê Hozat pêk hatiye, wek li dijî hemû jinên azadîxwaz û şoreşgeran dibînin û ev heqaret û bêexlaqiya li dijî jina bi rûmet, bi tirs û xofa dilê dijmin û zîhniyeta binketî ve girêdayî dibînin. Ji ber ku ji jina berxwedêr û şoreşger ditirsin û ji bo binxistin û tunekirina jinan êrîşên bêexlaq, nerast û derewîn bi kar tînin û di roja me ya îro de jî ev zîhniyet xwe dide nîşandan. Ev êrîşa li jina berxwedêr û şoreşger îfadeya li dijî sîstema demokratîk û azadîxwaz e.

Êrîş û heqareta li ser hevseroka KCK’ê û dagirkeriya li herêma Başûr û li hemberî jiyana azad û sîstema neteweya demokratîk e.

Di weşana kanala K24’an de bi awayekî zindî ji aliyê îxanetkar û hevkarê Kurdan ve heqaret û bêexlaqiyeke mezin li dijî hevseroka KCK’ê hatiye kirin û spîkerê bernameyê bêyî ku mudaxele bike, şîrovekirina wî şexsiyetî bi pirsên xwe hîn zêdetir derxistiye pêş. Ev nêzîkatî û feraseta vê weşana bernameyê bi awayekî vekirî radixe ber çavan û hevkariya wan bi şerê taybet ên navdewletî re dide xuyakirin. Tiliya wan di şerê dagirkirinê de heye û dixwazin ev dagirkeriya li Başûr pêk tê, bi rêya ragihandinê dixwazin meşrû bikin û mêjiyê civakê şêlû bikin da ku bikarin yekitî û destkaftiyên hêza gelê Kurd ji holê rakin.

Lê belê, divê pir baş bê zanîn ku pêkhatina êrîş, heqaret, qetilkirina li ser her jinekê wê bi dehan caran bibe sedema şoreşa avakirina jiyana azad û demokratîk û li hemberî zîhniyeta desthilatdar, dagirker û êrîşkar birêxistinkirina jinan dikin esasê jiyana alternatîf a li dijî sîstema koledariyê, disekinin.

Li ser van esasan em;  Kongreya Star careke din vê êrîşa haqaretwarî ya li hemberî hevseroka sîstema konfederalîzma demokratîk û li ser gelê herêma Başûr dagirkeriya ku ji aliyê hevkariya PDK’ê û dewleta Tirkiyê ve pêk tê, em şermezar dikin û xezeba hemû jinan li ser wan de dibarînin."