Kongreya Star: Em ê xak û jiyana xwe biparêzin

Kongreya 8’an a Kongreya Star a bi axaftinê delegeyan didome. Di axaftinê de bal kişandin ser rola jinê û peyama ‘Em ê ax û jiyana xwe bi hemû hêza xwe biparêzin’ dan.

Bi dirûşma “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin û şoreşa jinan mîsoger bikin” li bajarokê Rimêlan Kongreya 8`emîn a Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin didome.

Axaftina vekirinê ji aliyê berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd ve hate kirin. Di kongreyê de ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) Zeyneb Efrîn axivî û got: “Divê kongre bibe wesîleya çareserkirina tevahiya pirsgirêkên jinan, ji ber ku rola xwe ya pêşeng ji bo serxistina şoreşê ava kir. Bi saya jinan û dayikan, di serî de şehîd dayika Aqîde yên ku piştgiriya me li eniyên şer kir, me çeteyên li herêmên xwe tune kirin û bi hevgirtina gelan me axa xwe rizgar kir.”

Zeyneb Efrîn tevahiya şehîdên ku ji bo rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne, bi bîr anîn û got: “Dewletên derve planên xwe yên dijminane li dijî gelê me dimeşînin. Lewra divê jin li tevahiya qadên leşkerî, siyasî, aborî û civakî asta têkoşîna xwe mezin bikin û civakê ji planên navneteweyî biparêzin.”

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî û destnîşan kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiya civakê kir û gelek astengî derbas kir.

Bêrîvan anî ziman ku jinên herêmê cihê xwe di tevahiya waran de girt û bi pêşengiya YPJ`ê axa herêmê ji dewleta Tirk a dagirker rizgar kir û roleke girîng di tevahiya waran de lîst. Bêrîvan di dawiyê de got: “Divê em fikrê demokrasiyê di civakê de belav bikin nexasim di nava jinan de da ku bibin hêzeke parêzvanê serkeftinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Piştî bidawîbûna axaftinan endamên Kongreya Star ên Minbic, Heleb, Dêra Zorê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wêneyên şehîdên jin û diyariyên sembolîk ji dîwana kongreyê re pêşkêş kirin.

Dîwana kongreyê ya ku ji 5 endaman pêk tê, dest bi bernameya kongreyê kir. Li gorî wê bernameyê wê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên girêdayî jinan û rola wan di civakê de, rapora xebatên 2 salan werin xwendin. Piştre wê 5 delege wek Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin hilbijartin.