Kongreya Star, Elemhûlî ya ku li Îranê hate darvekirin bibîr anî

Kongreya Star, Şîrîn Elemhûlî ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin bibîr anî.

Koordînasyona Kongreya Star, îro bi daxuyaniyekî nivîskî Şîrîn Elemhûlî ya ku di sala 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin bibîr an.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

ʺBi sedan sal in netew dewletên dagirker hebûna xwe li ser tunekirina gelê kurd a li ser çar parçeyê Kurdistanê dihesibînin û li hemberî çirûska herî piçûk ya azadiyê êrîşên hovane didin meşandin. Ji bo ku civak bikaribin hebûna xwe ya fizîkî berdewam bikin dewlet netewan bi darê zorê û zilmê hewl didin civakan ji azadî û rûmeta wan dûr bixînin. Serîhildana li beramberî wê rastiyê bi komkûjî bi encambuye û ew yek wek qeder di hafîzeya civakî de hatIyê çandin. Lê belê bi têkoşîna azadiyê ew rewş hate guhartin. Bi taybetî bi vîna jinên ku ruxmî her cureyên êrîşê û komkujîyê berxwedanî hilbijartin û bi rêxistinbûyîna xwe li herderê pêşxistin isbat kirin ku êdî bindestî ne qedere.

Pergala desthiladariya zilam îro jî bi heman hişmendiyê êrîşî jinên ku pêşengtiya berxwedanî û têkoşîna azadîyê li her parçe dimeşîne, dikin. Êrîşên dewleta Tirk li hemberî Qereçox jî carek din domandina ev hişmendiya pergala desthiladar ya zilam a li hemberî jinên ku di çeperên herî pêş de ji bo azadî û aştî bi îradeyek mezin berxwe didin de pêşket.

Mînaka herî berbiçav a pergala desthilatdarîya zilam li hemberî azadîya jinê rejima mela ya Îranê ye.

 ‘JINA KURD A DUYEMÎN KU LI ÎRANÊ HATE QETILKIRIN’

Yek ji sembola wê pêşengtîyê tekoşîna li dijî pergala desthiladariyê jî Şêrîn Elemhûlî ku di 9 Gulan’a 2010’an de li zindanê Evîn ya Tahranê ji alîyê rêjîma mela ya îranê bi hevalên xwe Ferhad Wekîlî, Alî Hayderiyan hate darvekirin . Heval Şêrîn ku di têkoşîna netewî û azadîya jin de bi berxwedana xwe li dijî jina ku li îranç bênefes hatibu hiştin bu sembola azadiyê û qêrîna azadîyê. Heval Şêrîn Elemhulî di şoreşa azadiya jin de piştî Leyla Qasim, jina duyemîn e ku ji aliyê rêjîma îranê ve hate darvekirin.

Em wek Kongra Star di salvegera şahadeta wan de bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û em ê bibin layîqê wan lehengên ku bi berxwedaniya xwe bûn destanek di têkoşîna azadiyê Kurdistanê de.

BANGA ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR’

Bi wesîleya salvegera şahadeta sembolên têkoşînê Leyla Qasim, Şêrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî û Alî Hayderîyan em carek din bang li hemu jinan, gelên Rojava/Bakurê Sûryeyê û hemû hêzên demokrasiyê dikin, da ku li hemberî kiryarên kirêt ya dewlet netewan ku bi zihniyeta xwe ya tarî û faşîzane bisekinin û hêza xwe ya têkoşînê bikin yek.ʺ