Kongra Star: Xweseriya Şengalê nas bikin

Bi wesîleya salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an Meclîsa Kongra Star daxuyaniyek da. Meclîsê şehîdên komkujiyê bi bîr anî û bang li NY, YE û civaka navnetewî kir ku qirkirina Şengalê nas bike û xweseriya Şengalê bipejirîne.

Meclîsa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Daxuyaniya Meclîsa Kongra Star bi vî rengî ye:

“Wekî Meclîsa Kongra Star a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em komkujiyê qirkirinê ya li dijî Êzidiyên Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an, şermezar dikin. Çeteyên DAÎŞ’ê bi desteka dewleta Tirk xwestin koka gelê Kurd ê resen biqelînin, çeteyan zêdetirî 5 hezar jin revandin û hîna jî aqûbeta gelekan ji wan nayê zanîn, bi hezaran jin, kalmêr û zarok jî li pêş çavên cîhanê hatin kuştin.

Komkujiya ku li dijî civaka Êzidî pêk hat, bi lihevkirinên plankirî û piştevaniya yekser a hevalbendên çeteyên DAÎŞ’ê yên herêmî û navneteweyî û di serî de dewleta Tirk û bi hevkariya PDK’ê û hin aliyên din, pêk hat.

Di salvegera 8’emîn a vê komkujiyê de, em hemû şehîdên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev komkujiya ku DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de kirî û civaka Êzidî wê wekî fermana 73’an bi nav dike, berdewamiya komkujiyên di dîrokê de li dijî gelê Êzidî pêk hatine bû. Armanc jê qirkirina Êzidiyan û tunekirina dîrok û çanda wan bû. Ji lew re, fermana 73’an di dîrokê de fermana herî mezin li dijî Êzidiyan e. Lê ruxmî ku bi dehan komkujî û ferman li gelê Êzidî rabûne, ew hîna li ser xaka xwe ne û hebûn, çand û baweriya xwe diparêzin.

Di salvegera komkujiyê de hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo parastina Êzidiyên Şengalê tiştek nekirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê encama fedakariyên keç û xortên Êzidiyan bû, yên ku ji ber rêxistina terorîst û komkujiyên di dîrokê de li dijî wan pêk hatine, gelek êş û azar kişandin.

Em bang li NY, YE û civaka navneteweyî dikin ku qirkirina li dijî Êzidiyan di 3’yê Tebaxa 2014’an de û Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin.”