Kongra Star: Li hember dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa hat nîşandan

Kongra Star, 5’emîn salvegera dagirkirina Kantona Efrînê şermezar kir û got, “Li hember vê dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa hat nîşandan, 58 roj destanên lehengiyê û qehremaniyê hatin nivîsandin û ruhê gel ê şoreşgerî derket holê.”

Meclisa Kongra Star bi wesîleya 5’emîn salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kongra Star tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anî û dagirkeriya dewleta Tirk a li Kantona Efrînê, bi tundî şermezar kir.

Kongra Star bal kişand ser berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û wiha got, “Li hember vê dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa hat nîşandan, hemû gel seferber bû, bi ruhê berxwedanê parastina xaka xwe kirin, 58 rojan destanên lehengiyê û qehremaniyê nivîsandin û ruhê gelê şoreşger derket holê. Bi pêşengtiya şehîd Barîn, Îlan, Avesta, Karker û Têkoşîn xeta berxwedanê hate diyar kirin. Lê piştî berxwedaneke bêhempa bi darê zorê gel dane koçberkirin. Lê divê bê zanîn tu carî em dev ji xaka xwe ya dagirkirî bernadin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em Kongra Star careke din dagirkeriya kantona Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê bi tundî şermezar dikin û em ê xwedî li armancên şehîdên azadiyê derkevin û pêk bînin. Bangewaziya me ji civaka navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re; zextê bidin ser dewleta Tirk a faşîst da ku ji herêmên dagirkirî vekişe. Ji bo ku gel bi ewlehî vegere warên xwe. 

Em Kongra Star em ê têkoşîna xwe bilind bikin û dagirkeriyê têk bibin û azadiya Rêber Apo misoger bikin.”