Kolanên Brukselê bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî hejiyan!

Li Brukselê bi wesîleya salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi hezaran kes daketin qadan û şoreş silav kirin.

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye bi pêşengiya rêxistinên Kurd KJAR, PJAK, TJK-Kurd li Belçîka, Rêxistina Jinên Efganîstanê, femînîstên demokrat, rêxistinên çepgir û antî kapîtalîst meşeke girseyî pêk hat. Meşvanên ku li Qada Plas Pulatrt hatin ba hev, alên KJAR-PJAK’ê û pankartên ku kiryarên rejîma Îran şermezar dikin, hildan.

Li Qadê li ser navê sazî û rêxistinan têkildarî girîngiya şoreşê axaftin hatin kirin. Her wiha di daxuyaniya ku KJAR û PJAK’ê da de ev tişt hatin gotin, “Em di 1’emîn salvegera şoreşa Jîna de tevayî berxwedêr û malbatên şehîdên şoreşa Jîna silav dikin û piştgîriya xwe ya ji bo gel dubare dikin. Şoreşa Jîna di rojhilatê Kurdistan û Îranê de çandeke berxwedanê ya ku tu cara neyê rawestan ava kiriye. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rojhilatê Kurdistanê derbas kiriye û îro bûye dirûşmeyeke cîhanî. Rejîma Îran bi kuştin, girtin, tirsandina gel dixwaze hegomoniya xwe ya li herêmê bidomîne. Her wiha ev dirûşme, qêrîna gelên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye ku êdî daxwaza nasname çand û hebûna xwe dike.

Her wiha rejîma mêrsalar û şîa ku dixwaze bi avayeke hişk di bin navê dîn de daxwazên xwe bi ser gel de pêk bîne, di nava xwe de qeyran û pirsgirêkên giran dijî. Ji ber vê yekê jî ji her demê zêdetir pêdiviya azadîxwazan bi yekgirtîn, hevkarî û hatina gel hev heye. Ji ber ku jin û ciwan bingeha civakê ne. Pêwîste ji her demê pêtir jin û ciwan yekitiya xwe xurttir bikin.

Helbet tu destkeftî bê berdêl nabin. Yek ji destkeftên herî mezin a vê şoreşê jî avabûna ruhê yekitiya gelan e ku herî zêde Îran xiste nava tirs û xofê. Ji ber vê jî her gav dibe ku ji nû ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildan û têkoşîna gel pêk were. Pêwîste her kes û tevayî pêkhateyên siyasî û civakî xwe ji bo vê yekê amade bikin û bi vî awayî nêzîkî vê şoreşê bibin.”

Li ser navê Saziyên Jinan yên Efganîstanê jî wiha hate gotin, “Li welatên ku desthilatdariya mêr serdest e û olê bi darê zorê ferzî civakê dikin, kuştin, girtin û destdirêjiya li dijî jinan zêdetir e. Loma jî, êşa jineke li Efganîstanê û ya li Îran û Kurdistanê yek e.”

Her wiha tevahiya pêkhate û rêxistinên ku beşdarî meşa ji bo salvegera kuştina Jîna Emînî bûbûn, peyamên xwe pêşkêş kirin û banga azadiyê ji bo girtiyên siyasî hatin kirin.

Piştî axaftinan bi sedan kesên ku li qadê kom bûbûn, dest bi meşê kirin û kolanên bajarê Brukselê bi dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî hejandin. 

Bi sedan wêne, pankart û nivîsên ku li ser wan kiryarên Îran û komkujiya jinan şermezar dike hatin hildan. Li rex wan jî dîsan wêneyên şehîdên Parîsê û her wiha wêneya girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan jî ku bi salan e di girtîgeha rejîma Îranê de ye jî hatin hildan.

Piştî meşê bi sedan ku zêdetirî 500 kesî bûn, li meydana Gare du Midi li hev kom bûn, koma muzîkê jî bi amûrên xwe di bin dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî de stran gotin.