KJK: Rizgariya welatekî xwe dispêre hêza wê ya xweser

KJK’ê têkildarî serîhildanên gel ên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û got: “Rizgariya welatekî bi avakirina pergaleke xweser, demokratîk û azadîxwaz pêkane.”

Koordînasyona KJK’ê têkildarî serîhildanên gel ên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di Koordînasyona KJK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di demên dawîn de Silêmanî, Germiyan, Ranya di serî de serîhildanên gel û protesto tên kirin. Ev tişt jî ji ber lêgerîna azadî, wekhevî û edaletê ya gelê me pêk tê. Di van xwepêşandanan de kesên ku jiyana xwe ji dest dane em sersaxiyê ji malbata wan re dixwazin û ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazin. Hêzên ku êrîşî gel kirine jî, em wan şermezar dikin.”

‘DÎROKA KURDISTANÊ DÎROKA BERXWEDAN Û SERHILDANÊ YE’

Em ji pêvajoyeke krîtîk derbas dibin. Dîroka Kurdistanê dîroka berxwedan û serhildanê ye. Gelê Kurd her dem nasnameya xwe û jiyaneke azad û bi rûmet ji xwe re esas girtiye û tu carî koletî qebûl nekiriye. Ev rewş hê jî didome. Gelê me ligel ku rastî êşên mezin hatine jî tu carî li hemberî dagirkeran teslîm nebûne. Her dem jiyaneke bi rûmet tercîh kirine. Li ser vî esasî gelê me yê Başûrê Kurdistanê di salên 1990’î de li hemberî rejîma Beasê serî hildaye û gelek destkeftî bi dest xistine. Lê mixabin desthilatdariya heyî ev tişt baş nenirxandiye û pêşengtiyek nekiriye. Di 26 salên dawîn de pergaleke desthilatparêz, xwe dispêre hêzên din, nêlirêtî û wekhevî zêde heye û ya ku berjewendiya malbata xwe diparêzin, derxistine holê.

‘BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI BIN DAGIRKERIYA TIRKIYE, ÎRAN Û IRAQÊ DE YE’

Referandûma ku hate lidarxistin û piştre dagirkeriya artêşa Iraqê bi tifaqên qirêj hate kirin. Ji ber vê tifaqê destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê ji dest hatine derketin û Başûrê Kurdistanê bûye cihekî wisa ku Tirkiye, Îran û Iraq wê dagir dike û Başûrê Kurdistanê ketiye bin van dewletên mêtinger. Gel jî li hemberî van edaletî û newekheviyê hêrs bûye. Vê hêrsa gel tê fêmkirin. Ji ber vê jî divê hikumeta Başûrê Kurdistanê guh bide van daxwazên mafdar ên gelê me. Divê li hemberî gel şîddet neyê bikaranîn û kesên hatine binçavkirin jî, serbest werin berdan.

‘DIVÊ ÎTIFAQÊN AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ BÊ PÊŞXISTIN’

Divê gelê me yên ku ji bo destxistina maf û daxwazên xwe bi dest bixin divê ne bi rêbazên hilweşîn û şewitandinê divê bi rêyên demokrasî bikar bîne, azadiya xwe bidest xistin li ser bingehê xweparastinê be. Divê gelê me ne li ser berjewendiyên kesî, hîzbî û malbatî divê li dorî kom û kesayetên rast û dirûst kom bibin. Enceq bi kesayetên rast û dilsozên gel û welatê xwe bikare pêşengtiyê bike. Divê li her bajarî meclîsên ji kesên wiha pêk tên bê avakirin. Divê rêxistin û saziyên demokrat ên cuda hevpar tevger bikin. Îtifaq bên avakirin. Divê gel pêşengên xwe derxîne, xwer rêxistin û platformên demokrasî û azadiyê pêş bixin. Li şûna pêşmerge û hêzên ewlekariyê çekê li gel rakêşe divê nêzîkatiyên bi gel re bibe yek raber bike.

Li gel vê gelê Kurdistanê di pêvajoyekeî ne asayî û pir hesas re derbas dibe. Li her aliyê Kurdistanê li dijî me êrîş tên kirin. Çar aliyê me bi dijminan hatiye dorpêçkirin. Ji bo vê divê li dijî hêzên dagirker ên dixwazin Kurdistanê dagir bikin di asta herî jor de hesas û bi tedbîr bin. Divê gelê me li dijî dewletên dagirker ên weke Tirk, Îran û Iraqê û êrîşên artêşên wan baldar bin. Divê li dijî her cûre êrîşên wan xwe bikin yek û hêzên xwe yên parastinê bi teqez bidin avakirin. Divê ev neyê jibîr kirin. Divê em xwedî li destketiyên gelê xwe derkevin. Divê bi ti awayî em nedin dagirkirina artêşa Tirk a xaka Başûrê Kurdistan û rê nedin ti saziyên wan bi cih bibin. Divê em van derxiînin.

Raperî nû serhilanên li Başûrê Kurdistanê serî hildayî carekî din dide nîşandan ku rizgariya bi maf a welatekê enceq bi hêza wê ve girêdayî û li ser bingehê kesayetên azadî, jin azad û civaka azad, bi sîstemekî demokratîk û azad bê pêkanîn û bi avakirina hêzeke xweparastinê ve girêdayî ye.

Bi vê boneyê carekî din weke KJK’ê em weke her demê li gel daxwaz û mafên gelê xwe yên rewane û di vî warî de tişta dikeve ser milê me em bicih bînin û soza wê didin.”