KJK: Jinên ku hatine girtin, divê cihê wan were dagirtin

Koordînasyona KJK’ê girtin û destgîrkirina li ser jinan şermezar kir û diyar kir ku jinên di têkoşîna li dijî faşîzmê de tên girtin divê cihê wan were dagirtin.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û operasyonên qirkirinê şermezar kir yên ku di 9’ê Cotmehê de hatibûn destpêkirin.  Koordînasyonê diyar kir ku 59 jin hatine destgîrkirin û bal kişand ser vî tiştî ku jin bi hezaran salan teslîm nebûne û ew ê nebin.  

JIN BI HEZARAN SALAN TESLÎM NEBÛNE Û EW Ê NEBIN

KJK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser vî tiştî ku jin tu carî teslîm nebûne û ew ê nebin û got ku, “Dijminatiya li hemberî jinan him li Tirkiyeyê û him jî li cîhanê di her qada jiyanê de xwe dide der û pêre jî tê xwestin ku koletiya jinê were domandin. Her roj qirkirinên li ser jinan, tecawiz, şîddet, tacîz û destgîrkirin tê kirin. Ev jî dide nîşandan ku ji têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê ditirsin. Divê were zanîn ku jin bi hezaran salan li hemberî faşîzmê û feraseta baviksalariyê teslîm nebûne û ew ê nebin jî. Ew ê dewleta faşîst, zayendparêz û baviksalar tu carî bi ser nekeve.”

HER FERASETA HOV A KU BÊHÊZ DEST BI ÊRÎŞAN DIKE

KJK’ê destnîşan kir ku dewlet ji ber ku bêhêz dibe, êrîşên xwe zêde dike û diyar kir ku , “Dewleta faşîst ji bo domandina hebûna xwe qirkirina civakî û qetlîaman meşrû dike. Lê rastiyek heye ku ji Rozayan heta Zîlan, Nûdem û Medyayan kelepora berxwedan û têkoşînê heye. Her feraseta hov a ku bêhêz dibe, dest bi êrîşan dike û hewl dide bi êrîş û qirkirinê tiştekî bi dest bixe. Îro jî desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ji bo ku di hilbijartinên herêmî de bi ser bikeve êrîşan dike. Divê her kes bizanibe ku ev êrîşên li ser jinê ew ê ne bi tenê li ser aliyên demokratîk û azadîxwaz be.”

DI HILBIJARTINÊN HERÊMÎ DE EW Ê TÊK BIÇIN

KJK’ê qala girîngiya hilbijartinên herêmî kir û diyar kir ku, “Tu operasyon, girtin û qirkirin ew ê nebe asteng ku desthilatdariya faşîst di sindoqan de têk neçe. Ji a niha ve bi atmosfereke giran hewl tê dayîn ku qada civakî were tengkirin. Lê bi têkoşîna jinan, cîhaneke wekhev û azadîxwaz pêkan e.”

DIVÊ CIHÊ HER JINA HATIYE GIRTIN BÊ DAGIRTIN

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Pêwîst e şûna her jina hatiye girtin bê dagirtin. Divê wezîfeya esasî ew be ku her sazî, partî û tevgera li dijî faşîzmê li ber xwe didin vala neyên hiştin. Tê zanîn ku faşîzm ji hev belav dike û vala dike. Destgîrkirin, girtin, derxistina ji kar encamên têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Lewma divê em ji faşîzmê netirsin, zanibin ku wê ji hev belav bibe û bi vê bîr û baweriyê rêxistinbûna xwe xurt bikin.

Divê hemû jin û civak zanibin; çawa ku em li dijî asta herî bilind a hovîtiyê li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan û bi ser ketin, hêza me heye ku em li dijî AKP-MHP a faşîst têbikoşin û bi ser bikevin. Em natirsin û hêz, îrade û cesareta me heye ku em rejîma Erdogan ji hev bixînin. Bi girtin û komkujiyan jin ti carî neqediyan. Şûna her jina tê girtin û tê kuştin, divê bi dehan jinan bê dagirtin. Ev yek hate kirin û wê hîn jî bê kirin."

BANGA JI BO TÊKOŞÎN Û PIŞTGIRIYÊ

KJK'ê ji bo têkoşîn û piştgiriyê bang kir: "Di serî de jinên Kurd em bang li jinên Tirk, Ereb, Çerkez, Asûr, Laz, Ermen û hemû jinên Tirkiyeyî dikin ku li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi rengekî hevpar têbikoşin û piştevaniyê xurt bikin. Dem ew dem e ku her jinên karker, siyasetmedar, akademîsyen, kedkarên malê, parêzer, doktor, hunermend û xwendekar li ber faşîzmê rabin. Faşîzm bi têkoşîna hevpar têk diçe. Tirs û bêdengî tê wateya hevkariya bi desthilatdariya hov re. Divê em ji bîr nekin, ji berê ve berpirsyariya me ji bo têkoşînên jinan hene. Ji ber vê yekê dewleta faşîst wê ji ber her destgîrkirin û girtinê poşman bibe."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Di dawiyê de em operasyonên qirkirina siyasî şermezar dikin û bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin jinên hatine destgîrkirin û girtin. Em bawer in ku bi rêxistinbûna jinê em ê faşîzmê têk bibin."