KJK'ê bang li jinan hemûyan kir

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bang li jinan hemûyan kir û diyar kir, ku li dijî 'şewba kapîtalîzmê' dem dema xurtkirina têkoşîna jinê ya global e.

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi daxuyaniyekê ragihand ku pandemiya Covîd-19 a ku meha Kanûnê derkete holê û krîzên piralî yên pê re rû dan, encama yekser a modernîteya kapîtalîst e.

KJK'ê bal kişand ser talankirina xwezayê ji aliyê sîstema kapîtlîst ve û diyar kir, "Xweza tolê hilnîne. Xweza, daxwaza bêdawî ya zîhniyeta kapîtalîst a ji bo qezencê û talanê êdî nikare rake. Xwezaya destpêkê nema dikare qutbûna xwezaya duyemîn -civak- rake. Ji xwe qutbûna esasî bi cudahiya navbera van her du xwezayan dest pê kir. Objekirina xwezayê bi zîhniyeta desthilatperest û objekirina jinê bi zîhniyeta mêr ê serdest di zikhev de hatin kirin û pêwendiya xwe yekser bi hev re heye."

KJK'ê destnîşan kir, sîstema kapîtalîst kanserê berdide nava her hucreya ku destê xwe didê û diyar kir, "Û ranaweste. Dewleta Tirk tevlîheviya ji ber vîrûsa Covîd-19 rû da ji xwe re kir firsend û îhaleya destpêkê ya ji bo Kanal Îstanbûl di vê demê de kir, ku ev proje projeya hilweşandina ekolojiyê ye, tunekirina çavkaniyên avê û daristanan e. Endustriya petrolê ya li DYE'yê şewb bi kar anî û projeya xeta Keystone XL a heta niha bi rengekî serketî dihate astengkirin, dest bi çêkirina wê kir. Mînakên bi vî rengî gelek in.

'EM DI HEMAN KEŞTIYÊ DE NÎNIN'

Divê em vê yekê dest nîşan bikin: Em hemû rêwiyên heman keştiyê nînin. Em hemû di heman astê de ji vê krîzê berpirsyar nînin. Em hemû ne xwedî derfetên wekhev ên ji bo parastina ji vîrûsê ne. Berpirsyarê sereke yê vê krîzê, kapîtala fînansê ya global û netewe dewlet in ku qanûna qezenca di asta herî bilind de mayinde kirine. Careke din bi zelalî hate dîtin ku dewlet bi kêrî civakan nayê, bi kêrî kapîtal a global tê. Ji ber vê yekê di rojeva hikumetan de polîtîkayeke tenduristiyê ya civakî parêz nîne ku karibe xisara di nava 30 salên dawî de ji ber polîtîkayên neolîberal hatine afirandin ji holê rake. Qanûnên ku kedkarên tenduristiyê hîn bêhtir talan dikin di vê pêvajoyê de hatin derxistin. Ji aliyekî ve ji bo rastiya xwe veşêrin çepikan ji karkerên tenduristiyê re dixe, li aliyê din jî wan di nava şert û mercên neewle de dixebitîne û dibe sedema mirina wan. Heta niha bi sedan doktor, hemşîre û personelên tenduristiyê dema hewl dan mirovên bi vîrûsê ketine rehet bikin bi Covîd-19 ketin û jiyana xwe ji dest dan. Extiyarên li stargehên extiyaran jî ku sîstem bi çavê barê madî-manewî li wan dinere, di nava lepên mirinê de hatine hiştin.

Dirûşmên demê 'li malê bimîne' û 'ewle bimîne'; mîna ku mayina malê ji bo piraniya civaka ku ji derfet û ewlekariya aborî û civakî bêpar in, alternatîfek be. Ji jinan jî careke din tê xwestin ku 'fedakariyê' bikin û bikevin bin vê berpirsyariya ku dewletê ji ser xwe avêtiye; li malê bimînin, li zarokan binerin, karê malê bikin, yanî li pozîsyona karkerê bêmûçe ji nû ve vegere."

KJK'ê destnîşan kir ku tiştekî tesadûfî nîne ku tundiya li nava malê ya li dijî jinê di dema şewbê de zêde bûye.

KJK'ê ragihand, vîrûsa Covîd-19 çi bi zanebûn çi jî bi nezantî, yekser an jî neyekser, bi destê mirovan an jî li derveyî mirovan, bi çi rengî derketibe holê, di asta çekeke biyolojîk de ye û diyar kir, "Û bi rêya vê çekê hewl didin bi me bidin qebûlkirin ku hebûna me tenê jiyana biyolojîk e. Gelo di rewşeke wiha de em ê karibin qala hebûna xwe bikin? Ji xwe ev nêzîkatî bi sedan sal in ji aliyê hêzên herêmê û dewletên hegemon ve li ser me Kurdan û gelên xwecihî mîna polîtîkayeke qirkirinê tê ferzkirin: Eger tu dixwaze sax bimîne tu yê dest ji xwe, nasnameya xwe, têkoşîna xwe ya siyasî, civakîbûna xwe û tevna xwe ya civakî berde! Lê em dest ji hebûna xwe bernadin! Em di jiyaneke azad, bi îrade û bi rengê xwe de israr dikin!

'EM Ê JIYANÊ BI HER RENGÎ BIPARÊZIN'

KJK'ê diyar kir, ya ku krîz afirandiye kapîtal a fînansê ya global e û wiha dewam kir: "Lê belê divê em jî li rêbaza xwe ya jiyanê bipirsin ku çiqasî ekoklojîk e û jiyana ekolojîk tê çi wateyê. Tevî vê yekê pêwîste em guhertineke radîkal di jiyana xwe de bikin, rêbaza xwe ya jiyanê ekolojîk bikin. Ne divê em bêjin 'Ma ez ê cîhanê rizgar bikim' û xwe teslîmî modernîteya kapîtalîst bikin, ne jî divê em bêjin 'jiyana min a şexsî ekolojîk û hawirdorparêz e, lewma dilê min rehet e' em xwe ji derdora xwe vegirin. Yek ji taktîkên lîberalîzmê ew e ku mirovan ji têkoşîna kolektîf vegirin. Ya pêwîst ew e ku hem bi rengekî şexsî hem jî di asta kolektîf de jiyaneke ekolojîk bê avakirin û xweza bê parastin. Ji bo vê jî divê em hêza parastina xweza û jiyanê ava bikin. Em jin divê pêşengiyê ji vê yekê re bikin, ji ber ku ev krîza ku mîna şerê li dijî nirxên bingehîn ên mirovahiyê ye herî zêde bandorê li me dike. Wê çaxê em ê xwe, hebûna xwe, nirxên xwe yên civakî, xwezaya xwe, gerstêrka xwe, yanî jiyanê li her qadê biparêzin!

'EM Ê XWE BI RÊXISTIN BIKIN, LI BER XWE BIDIN'

* Em ê tenduristiya gel bi taybetî jî ya jinê ji dewletê re nehêlin û xwe radestî endustriya farma û polîtîkaya taybetîkirinê ya neolîberalîzmê nekin. Em ê komun û navendên tenduristiyê yên gel û jinê ava bikin!

* Em ê hebûna xwe ya siyasî ne bicemidînin û bêbandor bikin, ne jî bixin gorê! Em ê bi afirîneriyê têkoşîna xwe ya civakî bidomînin, xwe bi rêxistin bikin, li ber xwe bidin!

* Em ê nehêlin ku girtiyên siyasî yên li ber desthilatdariyê rabûne di nava lepên nexweşî û mirinê de bên hiştin! Ji bo azadiya wan em ê têbikoşin!

* Li dijî polîtîkayên tenêhiştin, şexsîkirinê yên sîstema kapîtalîst, em ê bi piştevaniya civakî, bi alîkarî û hevkariya civakî jiyanê bedew û azad bikin!

'XWEZA NE YA ME YE, EM YA XWEZAYÊ NE!

* Xweza ne ya me ye, em ya xwezayê ne! Xweza bêyî me dibe, lê mirovahî bêyî xwezayê nabe! Em ê nehêlin ku ji bo qezencê xweza hîn bêhtir bê talankirin û tunekirin! Ji bo vê jî em ê tebîetên xwe hemûyan ekolojîk bikin, di heman demê de em ê li ber çeteyên talanker ên kapîtala fînansî rabin!

* Di bingeha krîzê de ku bi rengê şewbê der bûye, mêtingerî û zîhniyeta desthilatperest heye. Ji ber vê yekê ji bo rizgariya bi tûmanî ji krîz û kaosên sîstemê, bi bidawîkirina dagirkerî û mêtingeriya bi her rengî dibe. Em ê li dijî talan, dagirkerî û mêtingeriyê berxwedanê hevpar û mezintir bikin!

* Em guhertineke radîkal a sîstemê dixwazin ku ked, hilberîn û jinûve hilberîn ne li gorî daxwaza kapîtal a fînansî be, lê belê li gorî pêwîstiyên civakê be!

Ji niha ve me dest bi avakirina vê sîstema azadîparêziya demokratîk-ekolojîk-jinê kirine û em jin pêşengiyê jê re dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em dikarin bi ser bikevin! Ji ber ku em jin in û hêza me heye ku cîhanê biguherînin!"