KJK: Dayika Nora dayika bi hezaran şoreşgerên Kurdistanî ye

Koordînasyona KJK'ê xemgîniya xwe ya ji ber wefata Nora Cortînas parve kir û got, "Dayika Nora dayika bi hezaran şoreşgerên Kurdistanî yên li çiyayên Kurdistanê û zindanan e. Ew ê timî di dilê me de be."

Koordînasyona KJK'ê têkildarî endama damezrîner a Rêxistina Dayikên Plaza De Mayo Nora Cortînas peyameke sersaxiyê weşand ku şeva 30'ê Gulanê di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Peyama KJK'ê bi vî rengî ye:

"Ji damezrînerên dayikên Plaza De Mayo, şervan û pêşenga berxwedana jinê, dosta mezin a gelê Kurd dayika me Nora Cortînas jiyana xwe ji dest da, ku em gelekî pê êşiyan. Ji bo kuştina hêvî û siberojê li Arjantînê di navbera salên 1976 û 1983'an de 30 hezar şoreşger û muxalîf hatin windakirin. Bi 'Dilê dayikê ku her kêliyê ji serhildanê re amade ye' di serî de dayik Nora bi hezaran dayikên Arjantînî zêdeyî 40 salan têkoşîneke bêhempa meşandin û mîrateyeke mezin a têkoşînê ji dîrokê re hiştin. Weke Dayikên Plaza De Mayo ji aliyê polîtîk û felsefî ve weke şervanên rastiyê yên jin tevlî dîroka jinê bûn. Dayikên Plaza De Mayo û berxwedana Dayika Nora ruh û rêbaza têkoşînê ya gerdûnî afirand.

Dayik Nora ku li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Dayikên Şemiyê bû çavkaniya sûdwergirtinê, li tevahiya cîhanê jî li gel bindestan tevgeriya, li Haîtî û bi berxwedana Gezî re piştevaniyeke girîng kir. Dayik Nora di dile gelê Kurd de bû xwedî cihekî gelekî hêja. Ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo bike û li ber zilma li gelê Kurd tê kirin rabe, du caran serdana Kurdistanê kir û herî dawî bû yek ji pêşengên kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Statuya Siyasî ji Kurdistanê re'.

Herî dawî ji bo me jinên Kurdistanî gotibû, 'Em jinên wêrek ên Kurdistanê hembêz dikin. Bes e ji faşîzmê re!', ku em ê vê gotinê weke mîrateya têkoşîna jinê ya gerdûnî û rastiya wê di dil û mejiyê xwe de her tim biparêzin. Ya herî girîng jî çawa ku dayikên me yên berxwedêr ên mezin heta kêliya dawî hînî me kir, em ê feraseta dewamkirina hezkirinê ya bi şerkirinê weke emanetekê dewam bikin. Bîranîna Dayik Nora û têgihiştina wê ya ku digot, 'êşên mezin sedema şerên mezin e' wê di têkoşîna me dewam bike.

Li ser vê bingehê, ji ber wefata Nora Cortînas em êşa dayikên Plaza De Mayo, malbata wê ya hêja, gelê Arjantînê parve dikin, sersaxiyê ji wan re dixwazin. Dayik Nora dayika bi hezaran şoreşgerên Kurdistanî yên li çiyayên Kurdistanê û zindanan e û wê her tim di dilê me de be."