Kizilirmak: Di sîstema tenduristiyê de jin mexdûr dibin

Ji sendîkaya SES'ê Sevgî Kizilirmak anî ziman ku ji sedî 65 ê kedkarên sîstema tenduristiyê jin in, lê belê îrade bi temamî di destê mêran de ye û got, "Li qada tenduristiyê tundî, destdirêj, destavêtin gelekî zêde ye."

Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nexweşiyên Sîngê ya Yedîkûleyê doktorê asîstan S.E. destdirêjî li hemşîreya nobedar kir. Piştî ku hemşîreyê gilî kir, S.E. hate binçavkirin. Lê piştî îfadeyê hate berdan. Dadgehê dawiya dawî jî biryara beraatê der barê S.E. de da.

Sekretera Jinê ya Şaxê Bakirkoyê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Sevgî Kizilirmak anî ziman ku jin mîna li her qadê di qada tenduristiyê de jî dibin hedefa mobbîng û destdirêjiyê; sîstema bi serweriya mêr hewl dide jinan li derveyî her qada jiyanê bihêle. Kizilirmak diyar kir ku li şûna sûcdar, hevala wan a jin a ku rastî destdirêjiyê hat ji nexweşxaneyeke cuda re hate şandin û got, "Em hîn bûn ku kiryar berê jî destdirêjî li gelek jinan kiribû, lê bûyer hatibûn nixumandin. Hin hempîşeyên me yên jin ji bo bûyerên bi serê wan ve hatine neyên bihîstin an jî ji karê xwe nebin, bêdeng dimînin. Ti ewlehiyeke jiyanê ji bo jinan nîne. Di vê bûyerê de jî di şûna yê ku destdirêjî kir, ya ku rastî destdirêjiyê hat ji nexweşxaneyê hate şandin. Li nexweşxaneyê rêxistiniyeke gelekî hiyerarşîk heye û rêveberî naxwaze bûyerên bi vî rengî bêne bihîstin. Di vê mijarê de me gelek zehmetî kişand ku dengê xwe bidin bihîstin. Girtina kiryar li aliyekî, li nava nexweşxaneyê bi xwe lêpirsînek nehate destpêkirin, ji kar nehate dûrxistin."

TUNDÎ Û DESTDIRÊJIYA LI QADA TENDURISTIYÊ GELEKÎ ZÊDE YE

Kizilirmak ragihand ku ji sedî 65 ê sîstema tenduristiyê ji jinan pêk tê û got, "Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser nava sîstemê, dibînin ku rêveberî ji aliyê mêran ve tê meşandin. Gelekî zehmet e ku jin di nava rêveberiyê de hebin. Rolên derdorê ji jinan re têne dayin. Ji ber nerîna li jinê ya li nava civakê û newekheviya zayendî ya li nava civakê, jin li her qadê dibins edema destdirêjî, tundiya fîzîkî û psîkolojîk. Yek ji qadên ku herî zêde ev yek lê rû dide qada tenduristiyê ye. Guhertina cihê wezîfeyê, parastina kiryar, biryarên ku kiryar mafdar nîşan dide, dibin sedem ku jin bêdeng bibin. Li qada tenduristiyê tundî, destdirêjî û destavêtin gelek carand ibe û kes vê yekê nîne ziman. Li gorî lêkolînên me û giliyên hatine kirin, li nexweşxaneyan di asta ji sedî 70'î de bûyerên bi vî rengî diqewimin."

EM DIKARIN BIKIN KU HELWESTA DADGERIYÊ BÊ GUHERTIN

Kizilirmak destnîşan kir ku li hemberî mejiyê erkê yê ku mêr diparêze û li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê divê ew bi rengekî topyekûn têbikoşin û got, "Qadên me yên wezîfeyê ne ewle ne. Kedkareke tenduristiyê ya li emeliyatxaneyê di nobeda şevê de ye, dikare radestî êrîşa destavêtinê bê, yan jî rastî tundiyê bê. Ti derfetên me yên parastinê nîne. Dema ku gilî dikin jî kiryar tenê çend saetan di binê çavan de dimîne û tu dibîne piştre li karê xwe vegeriya ye. Biryarên dadgeriyê yên ku li pişt mêr disekine, baweriya jinan a bi dadgeriyê kêm dike. Yek rabe bi devkî êrîşî te bike, ev li ber çavê dadgeriyê ne girîng e. Dadgerî wê yekê weke destdirêjiyê nabîne. Tenê em jin dikarin vê helwesta dadgeriyê biguherînin. Bi rêxistiniyeke hîn xurt, bi têkoşîneke hîn mezin, bi teşhîrkirina biryarên bi aqlê mêr hatine wergirtin em dikarin qadên xwe yên jiyanê ewle bikin."