KCDP: Di meha Îlonê de 53 jin hatine kuştin

Li gorî rapora Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Rawestînin (KCDP), di meha Îlonê de 53 jin hatine qetilkirin. Li gorî raporê 11 jin ‘mirina bi guman' 31 jin hatine kuştin.

Li gorî rapora Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Rawestînin (KCDP) di 29’ê Îlonê de Rapora Şideta li Dijî Jinê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Îlona borî de 53 jin ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin. Di raporê de 11 jin weke mirina big uman û 31 jin jî hatine qetilkirin.

Li gorî raporê ji 53 jinên di meha Îlonê de hatine qetilkirin 17 jê nehatiye zanîn bê ka ji aliyê kê ve hatine qetilkirin. Di dewam raporê de ev agahî hatiye dayîn: “15 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, 6 xizim,nas, 5 bi mêrê bi hev re bûn ve, 3 ji aliyê kur, 2 jî ji aliyê bira, 2 ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve, 1 ji aliyê hevjîn û malbat, 1 ji aliyê hevjî û birayê xwe ve, 1 jî ji aliyê kesekî ku nas dikir ve hatine qetilkirin. Ji van 18 bi amûrên birînê, 12 bi çekê, 2 hatine fetisîn, 1 bi hatina fetisîn û amurên birîn, 1 bi xistinê, 1 bi madeyên kîmyewî, 1 jî bi şewitandinê hatine qetilkirin. Her wiha ji van jinan 30 li malê, 6 li kolanê, 2 jî li parkê, 1 oxirê,1 li baxçe, 1 li cihê kêfxweşiyê, 1 li cihê kar, 1 li dikanê, 1 li otelekê hatine kuştin. Ji van jinan her wiha cenazeyê 2 wan li bendavê 2 li daristanê hatine dîtin. Cenazeyê 5 jinan hê heta niha nehatine zelalkirin.”

Li gel rapora KCDP’ê ya hate parvekirin di 9 mehên sala 2019’an de bi giştî 354 jin hatine qetilkirin.