Kaya ya OHD'yî: Necazekirin bûye îçtîhad

Hevseroka Şûbeya Enqerê ya OHD'ê Şevîn Kaya rexne li polîtîkayên necezakirinê ya hikûmetê kir û got cezanekirin bûye îçtîhad.

Vê meha dawî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 36 jin hatin kuştin. Hevseroka Şûbeya Enqerê ya OHD'ê Parêzer Şevîn Kaya got di kuştina jinan de polîtîkaya cezanekirinê ya AKP-MHP'ê karîger e û got heke wiha biçe dibe ku zêdetir jin werin kuştin.

Hevseroka OHD'ê (Komeleya Hiqûqnasê ji bo Azadiyê) Kaya got ew ketine pêvajoyeke wiha ku kuştinên jinan zêde dibin û her wiha têkoşîna jinan jî geş dibe û got dema ku rêxistinên hiqûqê li dosyayên tundiyê yên li ser jiann xwedî derdikevin bersûc cezayê ku divê bistîne distîne û berevajî vê jî bersûc nayên cezakirin, têne berdan. Kaya got nexasim di sûcên tecawizê de bersûc bi hinceta kêmbûna delîlan an jî bi delîlên ku li hiqûqê têne anîn bêceza dibînin û got, ''Ev jî nabe asteng ku bersûc dîsa sûc nekin. Bêhtir wan ji bo sûc teşwîq dikin.''

Kaya her wiha got Peymana Stenbolê li dijî polîtîkayên necezarkirinê ya desthilata AKP-MHP'ê astenga herî mezin e. Kaya got, ''Necazekirin bûye îçtîhad. Armanca sereke ya rakirina Peymana Stenbolê ev e. Kayar her wiha got dema ku Peymana Stenbolê rabe wê qanûnek jî nemîne ku pêşî li tundiya li ser jinê bigfire, wê meqamek neyê dîtin ku qanûnên tevdîrê bigire û ev jî tê maneya ku zêdetir jin wê bêne kuştin.

Kaya bi berdewamî got dewlet ne tenê bi polîtîkaya necazekirinê ye her wiha polîtîkaya xwe ya bêbîrhiştinê ye jî got, ''Ji ber polîtîkaya bêbîrhiştinê ya desthilatê mirov êdî tiştên ku dijîn jirêz dibînin. Tecawiza li jinekê an jî kuştina jinekê ji hêla civakê ve tenê dibe hijmarek. Dema ku em li pey xwe dinerin em dibêjin di nav mehekê de 36 jin hatine kuştin. Divê em jiyana hemûyan, çîrokên wan bibîr bînin û ji ber vê jî di bîra xwe de zindî bihêlin.''