Kampa Jineolojiyê ya li Spanyayê diyarî Lêgerîn Çiya hate kirin

Sêyemîn kampa Jineolojiyê ya li Spanyayê, li bajarê Valenciayê di navbera 7 û 13'ê Tîrmehê de pêk hat. Kamp diyarî şoreşgera enternasyonalîst Lêgerîn Çiya hate kirin.

Kampa sêyemîn a jineolojiyê ya li Spanyayê, li herêma Alicante ya bajarê Valenciayê di navbera 7 û 13'ê Tîrmehê de hate lidarxistin.

Kamp ji aliyê Akademiya Jineolojiyê, Women Defend Rojava Murcia û Platforma Piştevaniya 'Lêgerîna Azadî' ya li Valenciayê ve hate organîzekirin. Kamp diyarî Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) hate kirin ku sala 2018'an li Rojava şehîd bû.

Ji Komîteya WDR Madrid, Legerîna Azadî Valencia, ji Granada Kolektîfa Jinerji, endamên Sindicat d'Habitage û Feminismo Comunitario nêzî 30 jin tevlî kampê bûn.

Li kampê ku bi pêşkêşiyek li ser jiyana Lêgerîn Çiya û nirxên ku tevlî enternasyonalîzmê kiriye dest pê kir, têkildarî dîroka tevgera jinên Kurd pêşkêşiyek hate kirin.

Li kampê her wiha li dokûmantera bi navê Xwebûn hate temaşekirin, ku ev dokûmanter ji aliyê Sarah Handelman (Sara Dorşîn) ve hatibû amadekirin ku Sara Dorşîn 7'ê Nîsana 2019'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû.

Di roja duyemîn a kampê de li ser jineolojiyê pêşkêşî hate kirin. Danê êvarê jî qala jiyana jinan hate kirin ên ku li cografyayên cuda yên cîhanê ji bo azadiyê têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha slaytek ji wêneyên şehîdên tevgera jinên Kurd hate nîşandan.

Di roja sêyemîn a kampê de li ser 'bandora rêbazên şerê taybet ên modernîteya kapîtalîst li ser lêgerîna azadiya jinê' atolye hate lidarxistin.

Di roja çaremîn de têkildarî konfederalîzma demokratîk pêşkêşî hate kirin û piştre komunan li ser konfederalîzma jinê ya li cîhanê nîqaş kirin. Êvara heman rojê gundê jinê Jinwar hate nasandin.

Komek ji nûnerên xelkên xwecihî yên Mapuche, Aimara û Qechua yên Latîn Emerîkayê roja dawî tevlî kampê bû û qala dîroka têkoşîna civakî ya li xaka xwe kirin.

Kampa Jineolojiyê ya Şehîd Lêgerîn Çiya bi çalakiya moralê ya ji reng û zimanê jinên beşdar bi dawî bû.