Kampa Jineolojiyê ya li Baskê bi coş bi dawî bû
Kampa Jineolojiyê ya li Welatê Baskê ku bi dehan jin ên ji neteweyên cuda tevlî bûn, bi coş bi dawî bû.
Kampa Jineolojiyê ya li Welatê Baskê ku bi dehan jin ên ji neteweyên cuda tevlî bûn, bi coş bi dawî bû.
Li herêma Baskê ya Spanyayê, bi navê 'Şehîd Raperîn Amed' kampeke Jineolojiyê di navbera 24 û 30'ê Tîrmehê de pêk hat.
Kamp li taxên çepgir û anarşîstan 'Errekaleor'ê hate lidarxistin û ji Katalonya, Valencîa, Mûrcîa, Welatê Baskê, Elmlanya û Îtalyayê 30 jin tevlî bûn.
Li kampê li ser mijarên îdeolojiya rizgariya jinê, hevjiyana azad û zanista jinê Jineolojiyê nîqaş hatin kirin.
Di kampê de li ser jiyan û têkoşîna Raperîn Amed û şehîdên şoreşa Kurdistanê sînevîzyon hate nîşandan.
Her wiha li gel temaşekirina li fîlmê li ser PKK'ê, her wiha li ser çanda têkoşînê ya jinê nîqaş hate kirin.
Di kampê de her wiha Nagihan Akarsel hate bîranîn ku li Silêmaniyeyê ji aliyê MÎT'ê ve hate qetilkirin.