Jinên Tîrêjên Rojê ji bo 15’ê Tebaxê çalakî li dar xistin

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, bi lidarxistina çalakiyên li Geverê 15’ê Tebaxê silav kir û banga zêdekirina çalakiyan li ciwanan kir.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, ji ber nêzbûyîna salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê  li Geverê çend çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ve hat ragihandin de wiha hat gotin: “Di şexsê fermandarê mezin Mehsûm Korkmaz ê pêngava 15’ê Tebaxa sala 1984’an Şoreşa Vejîna dest pê kir de em hemû fermandar û şervanên şehîd bi bîr tînin. Em fermandarên mezin Engîn Sîncer, Atakan Mahîr û Zekî Şengalî yên meha Tebaxê şehîd bûn jî bi bîr tînin, em cardin soz didin ku em ê hesreta wan Kurdistana azad û Rojhilata Navîn pêk bînin. Bila Cejna Vejînê ya Rêber Apo û hemû gelê Kurd a li serê çiyayan, zindan û her derê ya li dijî mêtingeriya qirker pîroz be.’”

AGAHIYÊN LI SER ÇALAKIYAN

Hûrguliyên çalakiyan di daxuyaniyê de wiha hatin aşkere kirin:

 “25’ê Tîrmehê saet 01.00-02.00’şevê bi çekên ferdî û teqemeniya bi destan çêkirî ji du aliyan ve li polîsên dagirker ên li Taxa Gungor a Geverê dewriye kirine hatiye xistin. Teqemeniya bi destan çêkirî ya berê di bin rê de bi cih hat kirin gava derbas bûyîna wesayîta bi zirx hat teqandin. Yekîneyên me ditîne wesayîta zirxî ya Ejder gelek zerar ji teqînê dîtiye. Ji aliyê din ve jî bi çekên ferdî li wesayîtek a sivîl a bi wesayîta zirxî re hatiye xistin. Dagirker, ji tirsa dengê sîrenê vekirine û ji taxê reviyane. Yekîneyên me ji bo pîrozkirina çalakiyên xwe yên bi serfirazî çûnê qada ku çalakî lê kirine û govend lê girtine. 

27’ê Tîrmehê serê sibehê di 8.30’an de li Taxa Mezarlik a Geverê  bi fişekên hewayî li polîs û notirvanên li pêşiya navenda tenduristiyê li benda kontrola nasnameyan hatiye xistin.

30’ê Tîrmehê şev nîvê şevê bi çekên ferdî û teqemeniyên bi destan çêkirî li qereqola polîsan a li Taxa Ormanê hatiye xistin. Piştî çalakiyê hemû roniya qereqolê hatiye vemirandin. Ambûlans jî veşarî ketine qereqolê. Hatiye teqezkirin ku polîsên dagirker bi giranî birîndar bûne lê hejmar diyar nebûye.

Bi dawîbûyîna bi serfirazî ya çalakiyan yekîneyên me bê qeza û bela ji cihê çalakiyê veqetiyane.

Dewleta Tirk a faşîst û alîgirên wê baş bizanin ku em ê çalakiyên xwe hêj zêdetir bikin û derbên giran ên wisa li dagirkeran bidin.

Banga me li hemû ciwan û gelê Geverê ye, yekîneyên me yên tim bi liv û tevger in wê hemû taxên Geverê li polîsên dagirker bikin goristan û li her derê li wan bixin. Em hemû ciwanan vedixwînin vê têkoşîna pîroz.”