Jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo Leyla Guven name şandin

Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê name ji Leyla Guven re nivîsîn û gotin, "Em ji hewldan û rêbaza we ya azadîparêziyê hêzê digirin û pê bawer in ku em ê dîwaran û sîstema dîktatoriyê hilweşînin."

93 jinên Rojhilatê Kurdistanê bi nameyekê desteka xwe ya ji bo greva birçîbûnê ya Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê nîşan dan û xwestin ku zû dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were.

Di nameyê de hate gotin greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hemû dîwarên zindanan hilweşandine, sînor bêmane kirine û hemû jin li ser yek armancê gihandine hev û ew nêzî hev kirine. 

Di nameyê de bang li hemû tevgerên jin ên cîhanê hate kirin ku ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe têbikoşin.

Nameya ku 93 jinên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê bi hev re nivîsîne wiha ye:

"Hevala Leyla

Em jinên Rojhilatê Kurdistanê ji dil û can we silav dikin û hezkirina xwe pêşkeşî hestên we yên bi berpirsyarî û îradeye we dikin. Niha ev 83 roj in tu bi berxwedanek mezin greva xwe ya birçîbûnê didomînî. Her çi qasî ji aliye fîzîkî ve ji te dûr bin jî em, lê têkoşîna te ya ji bo aştî û azadiyê me hemiya digihîne hev û îradeya berxwedanê ya we û hevalên we hemû sînoran derbas kiriye û em ji her demek zêdetir xwe nêzîkî we û hemî jinên pêşeng dibînîn. 

Hevala Leyla, berxwedana te li hemberî desthilatdariya faşîst û zîhniyeta zilamserwer ku di heman demê de ji bo tevahiya mirovatiyê ye, ji bo aştî û aramîyê ye, hemî sînoran derbas kiriye, niha di asteke wiha de ye ku dikare hêz û îrade bide hemî tevgerên siyasî û bi taybetî tevgerên jin ku li hemberî deshilatdariya tekperest û zalim li ber xwe didin. We bi hemû awayî xwe xistiye xizmeta siyasetek mirovdost ku tije jiyanê ye û wateyek nû bi çemkê berxwedan daye û bûne dengê hemî azadîxwazan.

Faşîzm û desthilatxwazî ku berhema zihniyeta zilam e, bi hezaran sal in êrişê tîne ser Rojhilata Navîn û Kurdistan û ji bo wan êrîşan jî xwe dispêre piştgîriya ku ji sîstema kapîtalizm û neolîbralîzmî digre. 

Niha bûye mezintirin taloke ji bo jin û civakê. Desthilata ku rêz ji yasayên xwe jî nagire û hemî peymanên navneteweyê li berçav nagire, di hemanê demê de peymana Neteweyen Yekbûyî ya sala 2015'an sebaret bi girtiyan jî li berçav nagire. Ji ber vê em bawer dikin ku hêz, îrade, yekîtî, hevkarî û pêşengiya jinê dikare alternatîvê rewşa niha be û li dijî vê desthilata zalim bibe çavkaniya hêvî û baweriyê. Di vê mijarê de em hêz ji rêbaz û xebatê we yên azadîxwazî digirin û di vê baweriyê de ne ku em ê bikaribin dîwaran helweşînîn û sîstema dîktatoriye birûxînin. 

Em jinên Kurd bi îmzakirina vê nameye radigihênîn ku ji amanca greva we fêm dikin û piştgiriya we û hemî çalakvanên din dikin ku niha beşdarî çalakiyên gireva birçîbûnê li welatên cûda bûne. Her wisa bang li jinên çalak, xwedî helwest û azadîxwaz dikin ku bibin dengê we û hemû jinên ku ji bo mirovatiyê û aştî têdikoşin û daxwazê dikin ku bi lez tecrîd bi dawî bibe û hemû girtî azad bibin."