Jinên Mexmûrê: Em ê li dora Rêberê xwe bibin xelek

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo balê bikêşin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek lidar xistin û gotin: “Em ê li dora Rêberê xwe bibin xelek.”

Jinên Wargeha Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ber Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û bi awayek girseyî meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li ser “Dem dema azadkirina Rêber Apo ye”, “Sonda me ye, em ê pergala Îmralî bişkênin û bi Rêber Apo re azad bijîn” hatîn nivîsandin hilgirtin. Her wiha di meşê de dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bican Bixwîn Em Bi Te Re Ne Ey Serok” hatin berzkirin.

Meş ji ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan heta Parka Şehîd Arîn Cûdî dewam kir. Li ber Parka Şehîd Arîn sekinîn û daxuyaniyek hat dayîn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, daxuyanî ji aliyê Hevşaredara Wargehê Fatma Bîlen ve hat dayîn.

Fatma Bîlen di daxuyaniyê de bal kişan li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em ji wargeha berxwedêr, wargeha şehîdan silavên xwe ji bo Rêber Apo dişînin. Îro tecrîdek girankirî li ser Rêbertî heye, bi hincetên bê bingeh bi dehan car cezayê hûcreya yek kesî û cezayên cûr be cûr lê hatiye birîn. Em jî wek jinên Wargeha Mexmûr ji bo vê tecrîd, zilm û nexweşiya ku li ser Rêbertiya me tê meşandin rabikin em li vir kombûne. Ev 17 mehin bi ti awayî ne ji aliyê malbatê ve û ne jî ji aliyê parêzeran ve ti agahî ji Serokatiya me nayê girtin. Em vê tecrîdê şermezar dikin û bang li tevahî cîhanê dikin ku li hemberî vê tecrîdê bêdeng ne mînin. Dixwazin Rêber Apo di zindana Îmraliyê de bêdeng bihêlin, em wek gelê Kurd, gelê aştîxwaz destûr nadin vê yekê heta ku yek ji me li ser rûyê erdê ye emê Serokatiya xwe biparêzin. Em ê li dora Rêberê xwe bibin xelek, em vê tecrîdê qebûlnakin û dibêjin dewletên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî li hemberî vê zilm û tecrîda li ser Rêbertî her wiha êrîşên li ser Rojavayê Kurdistê û tevahî herêmên din yên Kurdistanê bêdeng nemînin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyên, “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bimre Xiyanet” bi dawî bû.