Jinên li Qibrisê xwe li dijî şîdetê birêxistin dikin

Li Qibrisê ku mufredata wê ya perwerdeyê weke ya Tirkiyeyê ye, jin li dijî şîdeta li jin û zarokan tê kirin, ji navenda bajaran heta gundewaran xwe bi rêxistin dikin.

Mîna li Tirkiyeyê li Qibirsiê jî jin û zarok ji ber şîdetê tên kuştin. Li gorî daneyên fermî, van 7 salên dawî li Qibrisê 16 jin ji aliyê hevser an jî partnerê xwe ve hatin kuştin. Şîdeta li jinê tê kirin jî nayê ragihandin û eşkerekirin. Jin li dijî şîdet û kuştinê timî civînan li dar dixin û xwe bi rêxistin dikin.

Aktîvîsta Forûma Wekheviya Zayendî ya Civakî Mamoste Harda Kûla li ser karê xwe û zexta li jin û zarokan tê kirin ji ajansa me re axivî. Kûla ku sala 2008'an tevlî nava tevgera jinê bû, diyar kir ku der barê zayendiya civakî timî bi xwendekaran re sohbetê dike. Kûla got, armanca wan ew e ku tevgera jinê ya li Qibrisê femînîst bikin û anî ziman, di encama hewldan û karê wan de hin xalên ku bi dilê wan e li qanûnan hatine bicihkirin.

PERWERDEYA ME NE DÛRÎ MÎLÎTARÎZMÊ YE

Kûla ragihand, ew ji navenda bajaran ber bi gundewaran ve xwe bi rêxistin dikin û wiha pê daket: "Însiyatîfa jinê ku me ew bi rêxistin kir, li Qibrisê bûye gaveke destpêkê. Li gundewaran jinan bi rêxistin dike. Em li ser bingeha mafên mirovan dixebitin. Ji bo zanekirinê civînan li dar dixin."

Kûla diyar kir ku mufredata perwerdeyê ya Qibrisê û ya Tirkiyeyê yek e û di dewama axaftina xwe de got, "Kuştina jin û zarokan li Qibrisê pêwendiya xwe bi atmosfera li Tirkiyeyê heye, ji ber ku ev yek pirsgirêkeke zîhniyetê ye. Bi qanûna me ya perwerdeyê ve girêdayî ye. Mufredata Qibrisê ji Tirkiyeyê tê. Ji ber ku hemû pirtûk û materyal ji Tirkiyeyê tên, perwerde jî bi Tirkiyeyê re yek e... Sîstema me ya perwerdeyê ne dûrî mîlîtarîzm û şovenîzmê ye. Ev yek jî bandoreke giran li bûyerên jin û zarokan dike."

'ATMOSFERA POLÎTÎK A TIRKIYEYÊ BANDORÊ LI QIBRISÊ DIKE'

Kûla anî ziman ku hemû êrîşên li jin û zarokan tên kirin êrîşên polîtîk in û got, pirsgirêka bingehîn a êrîş û cînayetan, hişmendî ye. Kûla diyar kir, atmosfera polîtîk a Tirkiyeyê bandorê li Qibrisê dike û got, "Di bingeha kuştina jinan de gelek pirsgirêkên civakî hene. Her wiha xemsarî û negirtina tedbîran ji aliyê saziyên dewletê ve, cînayeta jinan zêde dike. Dema ku em jinan di mijar zayendiya civakî de zane dikin, em qala girîngiya perwerdeyê dikin. Jin bi kêfxweşî û dilxwazî vî karî dikin. Bi tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re em timî di nava têkiliyê de ne."