Jinên Kurd ên li Rûsyayê şideta li ser jinan protesto kirin

Li gelek bajarên Rûsyayê jinên Kurd, şideta li ser jinê ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiye protesto kirin.

Endamên organîzasyona Şehîd Nûda ya li navçeya Yerşov a bajarê Saratov a Rûsyayê xebatan dike, li Komeleya Çanda Kurd daxuyaniyek da û êrîşên li ser jinan şermezar kirin.

Jinên ku li gundê Yûjnî ya girêdayî Yerşovê dijîn daxuyaniyek dan û diyar kirin ku piştgiriyê didin têkoşîna li hemberî şideta li ser jinê.

Komek jinên ku li paytexta Rûsya Moskovayê jî hatin ba hev, çalakiyek bi heman armancê kirin.

Seroka Tevgera Jinên Kurd a Moskovayê Tara Qadir axivî û şideta li ser jinan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kir ku destkê didin çalakiyên ku li dijî şideta li jinê tên kirin.

Qadir destnîşan kir ku şideta li ser jinê wê ti çareseriyek bi xwe re neîne, di sedsala 21’an de şidet, destdirêjî, destavêtin û qetlîamên li ser jinê zêdetir bûne.