Jinên Iraqî piştgirî dan kampanyaya TAJÊ: Em ê li dijî qirkirina jinan bi hev re têbikoşin

Jinên Iraqî bi daxuyaniyekî piştgirî dan kampanya "Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê" û peyama, “Em ê li dijî qirkirina jinan bi hev re têbikoşin” dan.

PIŞTGIRYA KAMPANYAYA TAJÊ

TAJÊ di 8’ê Adarê de kampanyaya "Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê" da destpêkirin û wê heta 3’yê Tebaxê dewam bike. Di çarçoveya kampanyayê de TAJÊ bi dehan çalakî lidar xistin. Piştgiriya bi kampanyayê re jî dengvedanekî mezin da. Jinên Iraqî bi saziyên xwe ve û bi rêya daxuyaniyekê hevbeş piştgiriya kampanyaya TAJÊ kirin û teqez kirin reya azadiya jinê bi yekîtiya jinan pêkan e.

Daxuyaniya jinan wiha ye:

“Bi salan e ji ber zihniyeta baviksalarî şerên gelek dijwar ji aliyê deshilatdaran ve li ser tevahî civak û netewan tê meşandin. Ya herî zêde di nav van şeran dibin qurbanî jin û zarok in, taybet di sedsala 21’an ji aliyê sîstema kapîtalîzimê ve asta tundiya li ser jinê gihiştiye asta herî bilind. Li ser jin hemû cûrên tundiyê tê meşandin. Tundiya nav malê û derve, tecawiz, kuştin, xwekuştin, zewaca di temen biçûk de û hwd. Bêgûman ev pisgirêkên heyî li tevahî cîhanê tê jiyîn û  rojane îredeya jinê tê binpêkirin. Em dikarin bêjin sîstem bi zanebûn jinan hedef digire û dibe sedema qirkirina civakan, taybet jî qirkirina jinan. Li kêleka qirkirina heyî, jin her dem di nav tekoşînek girîng de ye.  m bawer dikin ku wê bi felsefa jin jiyan azadî sedsala 21’ê bibe sedsala azadiya jinê.”

Di daxuyaniyê de bal kişansin ser dîroka berxwedan Iraqê û wiha hate gotin: “Li ser vê axê bi hezar salan in gelek netew Ereb, Kurd, Êzidî, Tirkmen, Ermen, Mesihî jiyan kirine. Hêzên hegomonîk li gor berjewendiyên xwe her dem êrîşî netewan dikin. Iraq yek ji wan welatan e ku têde gelek şer hatine jîyin û jin ji hemû netewan heya roja îro rastî tundiyê tê. Di vê wateyê de jin êşa van şeran dijî. Ji bo pêşîgirtina van qirkirin û tundiya heyî, tekoşînek hevgirtî ya jinan xwedî wate û girîng e.”

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser qetilkirina jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve û wiha hat gotin: “Kampanyaya ser asta cîhanê ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 8’ê Adarê de despê kirî heya 3’yê Tebaxê salvegera fermanê wê dewam bike. Em vê kampanyayê gelek girîng dibînin. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve bi hezaran jin hatin qetilkirin, bi hezaran hatin dîl girtin ku heya niha jî bi hezaran jin, zarok di destê DAÎŞ’ê de ne. Jinên Êzidî rastî desdirêjiyê hatin û li sûkan hatin firotin. Her wiha li Mûsilê bi saxî di qefesan de hatin şewitandin. Em jî vê qirkirnê qebûl nakin û êşên jinên Êzidî êşa tevahî jinên Iraqê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li ser vî esasî em jinên siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr, çalakvanên siyasî û ji sazî û dezgehên Iraqî, ji 18 parêzgehên Iraqê piştgirî didin kampanyaya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) a ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ û beşdariya xwe ji bo kampanyayê re didin diyarkirin. Em ê bi hev re li dijî qirkirina jinê têbikoşin. Em ê bi yekîtiya jinan dengê xwe li dijî qirkirina jinê bilind bikin û bi hev re bibin dengê xweparastinê.”