Jinên Efgan ji bo Guven bang li saziyên Ewropayê kirin

Aktivîstên jin ên Efgan ji bo Leyla Guven a greva birçîbûnê de û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de ji Konseya Ewopayê re, ji gelek saziyan re name şandin.

Berdevka Partiya Hevgirtinê ya Efganîstanê (Hambastagî) ya bi navenda Qabûlê Selay Ghaffar, wekîla berê û aktivîsta siyasî Malla Joya û komîteya karê navnetewî Rawa bi navê, ''Ji bo Leyla Guven Insîyatîva Navnetewî'' ji gelek saziyan re name şandin. Name ji Konseya Ewropayê re, ji Komîsyona Ewropayê re, ji Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (REHE) û Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) re şandin.

Rêxistinan bal kişandin ser têkoşîna demokrasî, aştî û mafên jinan a Leyla Guven û bi bîr xistin ku Guven ji 8'ê Mijdarê û wir ve di greva birçîbûnê de ye.

Aktivîstên Efgan diyar kirin rewşa tendiristiyê ya Guven ne baş e û gotin, ''Civaka navnetewî nikare xwe nebihistî bike û xwe sersar bike''.

Aktivîstên Efgan bang li KE, REHE û CPT'yê, YE'yê kriin ku bi berpirsyariyên xwe yên siyasî û hiqûqî rabin. Di nameyê de bang li van saziyan tê kirin ku li dijî rejîma Erdogan tevbigerin û helwest nîşan dan ku ji saziyên navborî yekê jî li dijî berbelavbûna otorîteriya Tirkiyê tevdîr nestandine.

Aktivîstan ev geşedan li ser bêdengmana CPT û REHE'yê şîroeve kirin, diyar kirin ku ew Leyla Guven fêhm dikin û destekê didin wan. Endamên Insîyatîvê xwedî li greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo Ocalan derketin û amaje bi gotina, ''Tecrîd li dijî mirovahiyê sûc e'' kirin.

Endamên Insîyatîvê bang li Ewropayê kirin ku bi lezginî tevbigerin û gotin, ''Welatên Ewropayê ji bo ku keda xwe li hewldanên aştiyê zêde bikin, dema wê hatiye ku li ser mafên siyasî, sosyal, çandî û mafê mirovan, ku xwe dispêrin ser van, helwesteke siyasî nîşan bidin.''

Di nameyê de hate gotin, ''Hê jî têkiliyên geş ên Tirkiyê ji hêla siyasî, sazûmanî, leşkerî û aborî bi Ewropayê re hene. Dawiya dawî karîgeriyeke ne kêm ya Ewropayê li ser Tirkiyê heye.''

Endamên Insîyatîvê ji bo ku zext li ser hikûmeta Tirkiyê were kirin, xwestin ku tevdîrên berbiçav werin stand, xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî bi dawî bibe.''