Jinên ciwan pêşengên konfederalîzma jinê ne

Endama Komelên Jinên Ciwan Dîcle Avaşîn diyar kir, ku di 8. Civata Giştî ya KJK'ê de di çarçoveya pêngava 'Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan' de plansaziyên girîng hatine kirin û roleke girîng dikeve ser milê jinên ciwan. 

Endama Komelên Jin ên Ciwan Dîcle Avaşîn 8. Civata Giştî ya KJK’ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin nirxand.

Avaşîn di despêka  axaftina xwe de 8. Civata  Giştî ya KJK'ê li tevahiya jinan bi taybetî li jinên Kurd û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Avaşîn diyar kir ku lidaxistina civateke  bi vî rengî, dîsa di pêvajoyeke wiha de ji her parçayê Kurdistanê tevlîbûna delegeyan pir girîng e. 

Avaşîn wiha pêde çû: "Em jî wekî Komelên Jinên Ciwan rola me, mîsyona me hatina me ya vê derê bi rastî jî xwedî wate ye. Bi rastî jî civata 8. ya KJK'ê coş û heyecaneke pir mezîn da me. Di milekî de jî barê ku di warê rêxistinkirina jinê de bi taybet jî rêxistinkirina jinên ciwan dikeve ser milê me. Divê em rêxistineke berfirehtir û çalaktir pêş bixînin. Niha mirov di pêvajokê wisa de lidaxistina kongreyeke wiha û nîqaşên li ser piskirêkên jin û derheqê wê de biryar derxistin pir girîng e."

FAŞÎZMA AKP’Ê WÊ TÊK BIÇE

Endama Komelên Jinên Ciwan Dîcle Avaşîn diyar kir ku ji bo jinên ciwan biryarên girîng ên xweser hatin girtin û wiha got: "Ji bo jinên ciwan biryarên wekî rêxistinbûna xweser hatin girtin. Plansazî hat kirin, jinên ciwan di hemû qadan de xwe rêxistin bikin. Bi rastî jî me plansaziyên xurt çêkir bi taybet jî ji bo esaret û tecrîda li ser Serokatî biryara pêngavê hat girtin. Ji bo tecrîda li ser Serokatî bê şikandin li her qadê Kurdistanê û  derveyî welat wê xebat bên kirin. Em nahêlin dagirkerî û bi taybet jî faşîzma AKP di vê pêvajoyê de êrîşî Bakure Suriye û  Rojavayê Kurdistanê bike. Li Bakurê Suriyê û li Rojavayê Kurdistanê projeya neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk pêş dikeve û em digihêjin asta sîstema Serokatî. Bi rastî ji faşîzma AKP'ê êdî têk diçe. Ji ber ku li beramber berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî beramber berxwedana YPS JIN'ê dewleta Tirk û arteşa Tirk neçar ma."

Endama Komelên Jinên Ciwan Dîcle Avaşîn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê biryar û plansaziyên Civata Giştî ya KJK'ê bi serketî pêk bînin û li hemû qadan belav bikin. 

Avaşîn wiha axivî: "Jinên ciwan temînata avakirina sîstema konfederalîzma jinê ne. Ji bo ku em faşîzma AKP li bin bixin em ê têkoşînê bilind bikin û Serokatî azad bikin. Erk û mîsyona ku dikeve ser milê me û soza ku me di vê kongerê de dayî ev e, bi jina azad civaka azad ava bikin û şoreşê pêş bînin. Şoreşa  felsefeya Rebertî şoreşa jina ye. Yekîtiya  jinên cîhanê û bi taybetî jinên Rojhilata Navîn de neteweyên Ereb, Kurd, Fars, Çerkes, Tirkmen û her neteweyên din pir girîng e. Li beramberî; pergala kapîtalîzmê divê yekdestî ava bike. Pergala kapîtalîst ku jinê her kiriye kole û her xistiye bin xizmeta tenê jinê bi kar aniye. Li hember her cure pêkanînên kapîtalîzmê em ê têkoşînê bilind bikin. Ev kongre bû mecale ku em sîstemekî nû, hêzekî nû li qadan belav bikin û li gorî wê tevahî jinan bi rêxistin bikin û serketinê pêk bînin."