Jinên Ciwan li Silêmanî her sê jinên şoreşger bi bîr anîn

Meclîsa Jinên Ciwan ên Têkoşer (MJCT) li bajarê Silêmanî bi çalakiyekê her sê jinên şoreşger bi bîr anîn.

Bi minasebeta salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku sala 2013’an li Parîsê bi awayek hovane hatibûn qetilkirin, Meclîsa Jinên Ciwan ên Têkoşer (MJCT)  li bajarê Silêmanî navê kolana Baxê Giştî û çendîn kolanên din guhertin û navê her sê jinên şoreşger li wan kolanan nivîsandin.

Jinen ciwan bi vê çalakiya xwe ve bal kişandin ser êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li ser pêşengên têkoşîna azadiya jin pêk tîne û diyarkirin ku ew ê ala Sara, Ronahî û Rojbînan bilind bikin û şopdara rêya wan a têkoşînê bin.

Meclîsa Jinên Ciwan ên Têkoşer dan zanîn ku tolhildana Sarayan, bi xweperwerdekirin û rêxistinkirina jinan ve gengaz e. Li ser wê esasê Meclîsa Jinên Ciwan ên Têkoşer a Silêmanî perwerdeyek ya bi qasê 5 rojan rêxistin kir.