Jinên ciwan li Rûsyayê 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Jinên Kurd ên li navçeya Yerşov û gundê Çîstîî Plyos ên girêdayî Saratov a Rûsyayê dijîn, bi daxuyaniyekê 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Jinên Kurd ên li Yerşov a Saratovê hatin ba hev bi daxuyaniyekê Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Di axaftinên li vir hatin kirin de hate gotin ku Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengtiya Fermandarê Mezin ji bo gelê Kurd bûye destpêka têkoşîneke ya ji nû ve hebûnê.

Li ser navê jinên ciwan Kewe Osmanova daxuyanî hate dayîn. Osmanov diyar kir ku berxwedana 15’ê Tebaxê ya li Dihê û Şemzînan destpê kir îro jî dewam dike. Osmanov got: “Ruhê berxwedanê ya 15’ê Tebaxê derxistî holê, faşîzma 12’ê Îlonê têk bir. Îro jî Tevgera Azadiya Kurd bi ruhê têkoşîna 15’ê Tebaxê desthilata faşîst a AKP/MHP’ê têk dibe. Bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengtiya Fermandarê mezin ê PKK'ê Heval Egîd li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn bilind bû, hemû destkeftiyên îro Kurdan bi dest xistiye bi saya vê pêk hatiye. Berxwedana îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin bi ruhê 15’ê Tebaxê ne.”

Li gundê Çîstîî Ploys jî li ser navê girseyê Besê Yûsûbova da. Yûsûbûva anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengtiya Fermandarê Mezin ji bo gelê Kurd bûye destpêka têkoşîneke ya ji nû ve hebûnê û got: “Li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê Kurd bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê têkoşînê dikin. Jina Kurd bi saya 15’ê Tebaxê xwe rêxistin kir. Jinên ku pêşengên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ne, li her qada têkoşînê aktîf hêz in.”

Yûsûboba bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîla û hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk û got: “ Êrîşên dewleta Tirk demê dawî zêdetir bûne, tevî vê jî li ber Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd têk çûye. Ji bo vê têkçûna xwe dawî bike, li Başûrê Kurdistanê bi xeta hevkar-xayîn a Malbata Barzanî-PDK’ê dixwaze biçe encamê. Bang li hemû Kurdan dikin ku bi ruhê 15’ê Tebaxê li dijî dijminê gelê Kurd têkoşînê bilind bikin û li dijî xeta hevkar-xiyanetkar bibin xwedî helwest.”