Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek lidarxistin

Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarokê Seyd Sadiq a girêdayî Silêmanî li dijî tundiya li ser jinan semînerek organîze kirin. Semîner di çarçoveya kampanya ‘Em dibêjin NA!’ hate birêvebirin.

Îro li bajarokê Seyd Sadiq Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya kampanya ‘Em dibêjin NA!’ semînerek li dijî tundiya li ser jinan organîzekirin. Semîner li Navenda Rêxistina Rênûs pêk hat.

Semînar ji aliyê Endamê Encûmena Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Necîbe Omer ve hate dayîn. Omer wiha axaftina xwe ya destpêkê pêşkêş kir: “Em wisa dizanin ku di bûyerên dijî jinan de tenê jin û keç qurbanî nînin, belku mêr jî di heman astê de dibin qurbanî.

Jin di dîrokê de di nava civakê de xwedî cih û rolekî sereke û hêza rêvebirina civakê bûne, lê îro ne tenê jin belku mêr û piraniya civakê ji dîroka ku jinê afirandî bê agah in. Jina azad ya ku xwedî fikreke azad be, ti hêzek nikare li beramberê wê tund û tîjiyê pêk bîne.”

Necîbe Omer di dewama axaftina xwe de bal kêşand li ser xwe pêşketina jinên Şengalê û wiha pê de çû: “Ya me li Şengalê dît ev e ku jin bi destê çeteyên DAÎŞ’ê bûne qurbanî, niha wan jinan li Şengalê xwe pêşxistine, fikrê xwe azad kirine û bûne hêza parastina Şengalê.”

Semîner piştre bi gotûbêj û pirsiyarê beşdaran bi dawî bû.