Jinên Amedî: Em biryara di derbarê Aydogan de nasnakin

TJA, xistina parlemeteriya Nûrsel Aydogan a HDP’yî protestokirin. Jinan peyama ku ew biryarê nasnakin dan.

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo xistina parlamenteriya parlamnetera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan li ber avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ucu, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Rûken Akça, endamên MEclîsa Aştiyê û gelek jin beşdar bûn.

Rêvebera HDP'ê Selma Metîn a di daxuyaniyê de axivî diyar kir ku piştî xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, xistini parlamenteriya Aydogan tê nîşandan ku ev polîtîka li dijî têkoşîna siyasî ya jinan e. Metîn destnîşan kir ku nîvê 6 milyonan jin in û Aydogan jî nîvê civakê temsîl dike. Metîn wiha axivî: "Em xistina parlamenteriya Aydogan qebûl nakin û vî biryarê nas nakin."

ÛCA: NAYÊ QEBÛLKIRIN, TÊKOŞÎN WÊ BIDOME

Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca jî biryar şermezar kir û diyar kir siyasetmedarên jin tên hedefkirin. Ûca xistina parlamenteriya Aydogan êrîşa li dijî îradeya bi milyonan jinan nirxand û got ku ew vê yekê qebûl nakin û nas nakin. Ûca anî ziman ku biryara hatiye dayîn siyasî ye bi vî biryara hatiye dayîn ve tê xwestin jin bên terbiyekirin lê ti caran wê jin vê yekê qebûl nekin, heta niha qebûl nekirine ji niha û şunde jî qebûl nekin.

Ûca got ku biryara hatiye dayîn di heman demê de li dijî têkoşîna ku jin didin tehamul nekirin e û wiha axivî: "Nûrsel Aydogan wekîla bi milyonan jinan e. Gel ew hilbijart û ancax gel dikare bixe. Em ê têkoşîna azadiya jinê di her qadê de bidin."

Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin.