Jinên Îtalî piştgirî da Leyla Guven

Tora Piştgiriya Jinên Îtalî ya Kurdistanê (Rate-Jin) li bajarê Mîlanoyê civînek li dar xist û grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, silav kir.

Rate-Jin li bajarê Mîlan di navbera 26-27’ê Çileyê de duyemîn civîna salane li dar xist. Endama Komîteya Jineolojî ya Ewropa Necîbe Qeredaxî beşdarî civînê bû û bûyerên dawî yên li Kurdistanê, greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku di roja 82’an de ye, grevên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, Strasboûrg û Gallerê nirxand.

Qeredaxî got; "Îro çiqas êrîş hebe jî, li beramberî wê ewqas berxwedan jî heye. Bi vê berxwedanê wê faşîzim were hilweşandin, tecrîd were şikandin, Ocalan û hemû civak azad bibe."

Beşa yekemin a civînê bi pirs û bersivan dewam kir. Roja duyemîn xebatên Rate Jin yên li gelek herêman hate nirxandin. Di civînê de daxwaz hate kirin ku hê bêhtir perwerde li ser Şoreşa Rojava, Jineolojî û Konfederalîzma Demokratîk were dayîn û qala girîngiya wê hate kirin.

Beşa dawî ya civînê bi nîqaşên li ser plansaziya xebatên dema bê dewam kir. Kesên beşdarî civînê bûn piştgiriya xwe ji bo grevên birçîbûnê anîn ziman û daxwaz kirin ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. 

Dawiya civînê jinan li pêşiya nûnertiya Yekîtiya Ewropa a li Mîlanoyê li hev civiyan û dirûşmeyên “Em hemû Leyla Guven in”, “Divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe” û “Em ê faşîzmê hilweşînin” berz kirin.