Evîndar Rênas: Îran di hilbijartinan de jî jinan dixe qefesê

Endama Tevgera Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê Evîndar Rênas bal kişand ser astengiyên di siyaseta Îranê de derdikevin pêşiya jinan û diyar kir ku wê jin di hilbijartinên 16’ê Gulanê de vîna xwe nîşan bidin.

Endama Tevgera Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê Evîndar Rênas ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yê Îranê ku wê di 16’ê Gulanê de pêk werin bersiv da pirsên ajansa me. Li Îranê hilbijartinên Serokkomariyê pêk tên lê tundî û zextên li ser jinan di hilbijartinan de jî xwe dan pêş. Jinên ku ji bo serokkomariyê bûn berendam destpêkê rûyê wan di çapemeniyê de hat tarî kirin û berendamtiya wan hat xistin. 

Endama Tevgera Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê Evîndar Rênas bi giştî li Îranê tevlîbûna jinan a siyasetê û astengiyên derdikevin li pêş wan nirxand. Rênas diyar kir ku li Îranê hem di warê zagonî de hem jî di warê zihniyeta serwer a baviksalarî de jin gelek astengiyan dibînin. Rênas da xuyakirin ku li Îranê tevlîbûna jinan a li siyasetê weke tehdîtekê tê dîtin, ji aliyê rayedarên rejîmê weke guneh tê raberkirin û jinên li hember vê li ber xwe didin tê tawanbar kirin. Rênas balkişand ser berxwedana jinên Îranê û diyar kir ku wê jin di hilbijartinên 16’ê Gulanê de vîna xwe nîşan bidin. 

Li Îranê hilbijartin di rojevê de ye. Di hilbijartinan de û di siyasetê de her tim bi awayekî beşdarbûnan jinan heye li beramberî wê jî astengiyên pergalên heyî hene. Bi giştî beşdarbûna jinan a li  siyasetê di çi astê de ye? Her wiha mirov dikare di nav pergala heyî de behsa tevlîbûna jinan a bi awayekî azad a li siyasetê bike?

Em di serdemeke wisa de dijîn, ku qadên jiyan û pergalên rêvebirina civak û mirovahiyê li gor çand û zihniyeteke baviksalarî tê rêvebirin. Ji zagonan bigre heya rist û çawa jiyankirina zayendan li gor asta vê zihniyetê û têgîna wê tê diyarkirin. Li gor venêrîn û zihniyeta serwer a baviksalarî siyaset weke rol û karê zilaman tê dîtin. Ji ber vê mêzekirina pergalên desthilatdar û zihniyeta zayendîparêz himan himan di dîroka nivîskî ya heyî de behs ji beşdarbûna jin a qada siyasetê kirin zehmet e. Qada siyasî û rêbazên xwezayî ya rêvebirina civakê di milê civaka desthilatdar de ji armanc û cewherê xwe yê bingehîn hatiye valakirin û dagirkirin. Ji ber ku ev çeka bingehîn ya xwe rêvebirina civak û gelan ketiye destê serdestan,  gelên bindest û azadîxwaz, pêkhateyên din yê civakê weke jin û ciwan bi avayeke xwezayî û azad nikarin beşdarî vê qadê bibin. Ger em li dîroka siyasetê vegerin û çav lê bikin armancên bingehîn yê vî rêbazê jiyanê ango xwe rêvebirinê di milê civakê de bi avayeke xwezayî û li gor pêwîstiyên civakê yê xwe rêvebirin û meşandinê bûye. Lê belê niha ev rêbaz di destê desthilatdariya cihanî û netewedewletan de, ji bona serwerkirina pergala xwe ya desthilatdarî tê bikaranîn. Di vê serdemê de pir kêm mirov dikare behsa ji siyasetek demokratîk û li gor cewherê bingehîn ya xewzaya gerdûniya mirovahiyê bike. Qadeke ku ji bo desthilatdarî û rêvebirina mirovan weke amûr tê bikaranîn nikare di nava xwe de beşdarbûnên derveyê zihniyet û armancên xwe bipejirîne. 

'DI PERGALÊN BAVIKSALARIYÊ DE TEVLÎBÛNAN JINAN A LI NAVA SIYASETÊ PIR ZEHMET E'

Li pergal û rejîmên ku ser bingehê desthilatdariyê hatine avakirin behs ji beşdarbûneke azad ya jin di nava siyasetê de kirin zor e. Di ti pergalên desthilatdar yê cihanê de beşdarbûna jin di qada siyasetê de li ser bingehê berçavkirtina xweseriya jin nebûye. Ger beşdarbûneke jinan di hin welatan di nava siyasetê de çêdibe jî ew jî bi avayeke azad û ser bingehê nasnameya jin nebûye. Di asta cihanî de qada siyasetê yek ji qadên jiyanê ku beşdarbûna jin di nav de pir kêm û dijwar e. Li hin welatan behs ji beşdarbûna jin ya bi avayeke azad û heya weke endemeke wê pergalê kirin jî nemûmkin e. Di asta cihanî de beşdarbûna jin di qada siysetê de bi avayeke azad ji sedî yek (%1) jî nîne. Li gor vê rêjeyê ya rast serweriya zihniyeta zayendîparêz û desthilatdar li welatên herî pêşketî jî bi avayeke pir vekirî radixîne ber çav. Demekê em dikarin behs ji beşdarbûna azad ya jin li qada siyasetê bikin ku li wir pergal û zihniyetek ku mafê temsîla wekhev ya zayendan di beşdarbûna vê qadê de pejirandibe. 

Niha li Îranê hilbijartin heye û tevî astengiya rejîma Îranê hewldanên jinan a tevlîbûna siyasetê heye. Hûn tevlîbûnan jinan a siyasetê û li gorî vê yeke rastiya rejîma Îranê çawa dinirxînin?   

Di asta cîhanî de jin ji bo ku beşdarî hin qadên jiyanê bibe bi hezaran salî têkoşîneke bêeman daye û dide. Ji pêvajoya ku zihniyeta baviksalarî li cihana mirovan serwer bûye heya niha beşdarbûna jinan di qada siyasetê bi sedemên cûda cûda hatiye astengkirin. Her pergala ku bi vê zihniyetê hatiye damezirandin hebûna jinê red kiriye. Jinan bi têkoşîn, bedel û berxwedanên mezin li hin welat û rejîman de ji bona bidestxistina mafê xwe gûhertin dane avakirin. Bêgûman li hin welatên ku asta têkoşîna jinan li wir hê rêxistinkiriye û di warê zihniyeta zayendîparêz de gûhertin hene mirov dikare behs ji beşdarbûneke jin di nava siyasetê de bike. Ger îro em behs ji maf û başdarbûna jinan di nava qada siyasî li Îran’ê bikin, divê di serî de em pergala wê û zihniyeta ku ew pergal li gor wê hatiye damezirandin bizanibin. Dema ku zihniyet û hişmendiya pergalên ku civak û gelan bi rêve dibin bê zanîn ya rast siyaset û şêwazê pergala wê di warê maf, azadî û demokrasiyê jî diyar dibe. 

'LI ÎRANÊ BEŞDARBÛNA JINAN A LI SIYASETÊ WEKE GUNEH TÊ DÎTIN'

Li herêma Rojhilata Navîn Îran jî yek ji wan welatan e ku, bi şoreşa 57’ê (1979) bi damezirandina komara Îslamiya Îran’ê derî li demokrasi û azadiya civak û taybet jî jinan girt. Rejîmek ku bi timamî li gorî zagonên zayendîparêz û monarşi hate damezirandin e. Ji ber serwerbûna zihniyeta dewletnetew û zayendîparêz qada siyasetê jî bi timamî kete bin xizmeta vê zihniyetê. Ji ber wê jî li Îran’ê behs ji beşdarbûna jin di qada siyasetê de kirin zehmet e. Ji xwe biryara beşdariya hemû dem û dezgahên siyasetê, avakirina partî û saziyên civakî, siyasî li Îran’ê di milê saziyên ku jin di nava wan de nînin tê dayîn. Ji ber wê jî sînorên mezin li pêşiya jinan ji bona beşdarbûna qada siyasetê heye. Her çend hin zagonên li Îran’ê ev maf dabe jinan jî, lê belê mercên(saziyên) biryardanê li pêşiya pêkanîna van mafên jinan bi sedemên cûda cûda dibin asteng. Di milê din de jî zihniyeta baviksalarî bi rêya bîr û baweriya civakê ya olî bi salan e ku beşdarbûna jin di nava qada siyasetê de weke heram, gûneh nav dike. Muhemmed Taci Rehber Vekîleke Muhefizekar yê Îran’î nerazîbûna xwe ya hemberê daxwaza jinan ya beşdarbûna siyasetê de wisa tîne ziman: “Di warê kêrhatîbûna jin ji bona beşdarbûna nava siyasetê de gûmanên olî hene.” Jin bi sedan bertekên bi vî rengî re rojana ji ber daxwazên xwe yê beşdarbûna nav siyasetê re rû bi rû dimînin. Îran yek ji wan welatane ku radeya beşdarbûna jin di nava siyasetê de di asteke herî jêr de ye. 

Li hemberî astengkirina tevlîbûna jinan a li siyasetê ji dîrokê heta niha berxwedaniyên jinan her dem bûye. Li Îranê jî dem bi dem berxwedaniya jinan li hemberî pergala rejîmê rû daye. Hûn asta berxwedaniya jinan a li Îranê çawa digrin dest?  

Her çend ku zihniyata zayendîparêz û desthilatdar ku li cihanê serwer be û di nava pêkhateya civakê de herî zêde jin bi metingeriyê ve rû bi rû bin jî, lê belê jinan bi rêya têkoşînê û şoreşan pir guhertin dayîne çêkirin û sînorên astengkirinê şikandine. Di dîrokê de bi sedan rêxistin û têkoşerên jin di oxira mafên xwe yê azadiyê de di her kêliya dîrokê de têkoşîn kiriye. Di pir şoreşan de ji bona guhertina zihniyeta desthilatdar ya pergalan de cih girtine. Ger em li şoreş û têkoşînên bi navê sosyalîzmê, demokrasî û li têkoşîna çepgeran temaşe bikin beşdarbûna jinan di van şoreşan de pir zêde bûye. Yek ji sedemên bingehîn ya van beşdarbûnan jî ji bona bidestxistina mafê xwe yê azadiyê ew qadên têkoşînê bûne. Ger îro li Awrûpa û hin welatên Rojhilata Navîn di her qadê de, bi taybet jî di qada siyasetê de jin dikarin beşdar bin. Ev yek jî bi têkoşînê û berxwedana jin bûye. Ji rêxistinên Femînîstî yê jin bigre heya têkoşîna ji bona mafê xwendin, heqdestê karkeriyê, mafê beşdarbûna hilbijartinan, damezirandina sazî û rêxistin û dibistanên jinan hemû jî encamên têkoşînên mezin û hezaran bedelên giran bûne. 

Ger li cîhanê rojek bi navê roja jin ango 8’ê Adarê heye ev ji encama têkoşîna jinan ya ji bona gihiştina mafên siyasî û kedê ya jin bûye. Li Rojhelata Navîn jî rexmê zagonên hişk yê olî û mezhebî jî jinan sînorên ku ji bona beşdarbûna wan a nava siyasetê hatine diyarkirin bi demê re şikandine.  Bênazîr Butto jî yek ji wan jinan bûye ku bi salan di Tevgera Gel a Pakistanê de cih girtiye û di sala 2007 ji vê partiyê endamtiya xwe ji bona serok wezîrtiyê diyar kiriye û serketiye. Her çend ku li Pakistanê jî zihniyeta Baviksalarî û rastgerên wir dijber derketibin jî, lê belê ji ber têkoşîna salan ya jinan ji bona beşdarbûna siyasetê ev serkeftin di milê jinekê de gihiştiye encamê. Her çend rejîma Îran’ê di warê pêşketin û pergal xwe ji Pakistanê pir pêşketî dibîne jî lê belê ji pêvajoya damezirandina rejîma 57’ê ve beşdarbûna jinan di siysetê ji berê paşketîtir û pir kêmtir bûye. Di serdema berî vê şoreşê jî beşdarbûna jinan di siyastê di asteke hê pêştattir bû.

Li gorî zagon û destûra bingehîn a rejîma Îranê mafê jinan a tevlîbûna siyasetê di çi astê de ye? 

Ne zagon, ne jî zihniyeta ku li Îran’ê serwerê mafê beşdarbûna jin ji bona beşdarbûna hilbijartinên serokwezîrî û serokkomariyê li Îranê nade. Hem bi hinceta zagonên şerîetê rê li vê girtine. Heman demî jî di warê zayendîparêzî de asta ku heye ji bona beşdarbûna jin di asta tê xwestin de ji bo siyasetê rê nade. Hema hema hemû sazî û dezgahên biryardanê û zagonsazî jî di dest vê zihniyete de ne. Li Îran’ê ji ber ku mafê beşdarbûna hilbijartina di milê Şorayê Nigehban û Meclisa Xobrigan tê pejirandin û red kirin beşdariya jin ya hilbijartina hê dijwartir dibe. Ji xwe di van saziyan de jin himan himan cihê xwe nagirin. Hem ji ber zihniyeta zayendîparêz ya serwer li vî welatî hem jî ji ber nebûna jin di dem û dezgahên biryardanê de beşdarbûna jinan ya pir qadan tê astengkirin. Ger em li dîroka şoreşa cûmhûriya İslamiya Îran’ê ya sala 57 heya niha temaşe dikin radeya beşdarbûna jin di hilbijartin û qadên siyasî gor serdemên din pir kêm bûye. 

'REJÎMA ÎRANÊ HER PÊŞKETINA JINÊ LI DIJÎ DESTHILATA XWE WEKE ASTENGIYÊ DIBÎNE'

Zagonên hatine darijandin û tên rêvebirin bi avayeke pir zirav rê ji beşdarbûna jin di nava siyaset, beşdariya nava Meclisa Xobrigan, Şorayê Nigehban, endamtiya ji bona Serokatiya welat(Rehber) hatiye girtin. Rexmê ku di zagonan de jî hin mafê jinan hatibin rêzkirin jî lê belê bi sedemên cûda cûda rê ji bona ku jin van mafên xwe yê sînordar jî bijîn nadin. Rêxmê ku di zagonên sala 1982’an de mafê jin yê beşdarbûna hilbijartinên meclisan(Şûra) hatibû pejirandin jî lê belê encax di sala 1998’ê de li Îran’ê jin bi avayên pir sînordar beşdarî hilbijartina Meclisê bûn. Bi salan piştî têkoşîneke mezin 1-2 jin weke parlementer mafê ketina parlementoya Îran’ê bi dest xistin. Ev rewşeke ku rastiya demokrasi, maf û zagonên Îran’ê baş radixîne ber çavan. Rejîma Îranê rejîmeke ku her pêşketina jin ji bona domandina desthilatdariya xwe weke xeterî dibîne. Di milekê ev rastî û rûyê rejîmê di milê din de jî xwe weke welatek ku qaşo pir rêz û nirx dide jin nîşan dide. Ev tabloya rejîmê yek ji windahiyên mezin di milê maf û azadiyan e ku di şexsê jinê de civakek ji mafê azadî û demokrasiyê bêpar dibe.

Li hemberî astengiyên zagonên Îranê jinên Îranî berxwedan û helwesteke çawa raber dikin?

Jinên Îranî ya rast bi coş û hêviyekê di vê serdemê de ji bona hilbijartinên 96’ê ya li Îran’ê ketin nava lêgera başdarbûnê. Bi sedan jinan navê xwe ji bona beşdariya hilbijartinê nivîsîn û xwastin beşdar bin. Ev di rastiyê de asta jina Îran’î û şiyarbûna wan ya girîngiya qada siyasetê di milê jin de nîşan dide. Ne tenê ji bona vê hilbijartinê di demên bihorî de jî jinên Îran’î ji bona beşdarbûna qada siyasetê her tim bi vi rolê xwe rabûne. Dibe ku di milê rejîmê de her tim ev daxwazên jinan bê bersiv mabin, lê belê ya girîng têkoşîn û israra di vê mijarê de ye. Jixwe jin vê rastiyê dizanin ku daxwazên wan bê têkoşîn û israr pêk nayê û mafê xwe bidest naxin. Ji ber vê jî rûxmê ku endamtiya wan neyê pejirandin jî jin her hebûna xwe li ser vê pergalê dadisepînin. Ev bi xwe jî rêbazeke têkoşînê û berxwedanêye. Her çend ku di vê hilbijartinê jî rejîma axûndî dijbertiya xwe ya beşdarbûna nav siysetê bi avayeke pir tûnd û vekirî diyar kiribe jî ya girîng li hemberê vê nerazîbûnên jinan û ronbûna vê zihniyetê di milê jinan û civakê de ye.   

Jinên ku li Îranê weke berxwedanî dema xwe ji bo hilbijartinan weke namzet nîşan didin bi çi nerazîbûn û tundiyan re rast tên?

Belê, rejîma Îranê pergala xwe li ser sê hîmên bingehîn damezirandiye ku yek ji wan jî zayendîparêzî ye. Li Îran bikaranîna çeka zayendîparêziyê yek ji pîvanên bingehîn yê hêzbûn û serkeftinêye. Rayedarên wan çiqas zayendîparêz û hişk bin asta girêdana wan a welat, zagonên Şerîet û rejîmê re ewqas bi hêz û mezin e. Ji ber vê têgîn û feraseta serwer, yên ku behsa mafê azadiya jinan dikin jî bi kêm îmanî û ji xeta İslam’ê derketinê re tên tewanbarkirin. Yekane sedema ku beşdarbûna jinan nava hilbijartin û siyasetê hate astengkirin ev rastî ye, lê di milê din de jî sedemên xwe yê dîrokî jî hene. Zihniyeta zayendîparêz û desthilatdariya zilam ku xwe li ser mêtinger kirina civaka jin li ser pêyan digirin. Beşdarbûna jin di qada siyasetê de weke xeteriyeke herî mezin ji bona pergala xwe ya 5000 salî dibînin. Jixwe li welatek weke Îranê pêşketinên di milê jin de her tim weke xeterî hatiye dîtin. Ji ber ku radeya xwendina jin li vî welatî zêdeya rayedarên rejîmê salane li pêy projeyên ji bona ku vê astê daxînin ketine. 

'ÎRAN TEVLÎBÛNA JINAN A LI SIYASETÊ XETERE DIBÎNE'

Şoreşên li Îran’ê jî hema hema bi asta bilind ya beşdarbûna jinan ser ketine, ji ber vê yekê jî rejîm di demeke wisa de ku nerazîbûnên pir mezin li hemberî pergala xwe dibîne, beşdariya jin di qada siysetê de weke xeterî dibîne. Ger jin beşdarê siyasetê bibe bêgûman mecbûre ku hin gûhertinên zagonî û zihniyetî bigre berçav. Ji ber van rastiyan beşdariya jin nava siyset û hilbijartinan bi sedemên cûda cûda tên asteng kirin. Beşdariya jinan weke xwe endam nîşandan bi xwe nepejirandina vê zihniyeta ku bi navê jin û civakê siyaset dikin û biryar dayin bû. Ji ber ku rejîmê jî ev sekin û rêbazê jin yê têkoşînê dît, pir ji berendamên jin hatin redkirin.

Hem daxwazên jinan ji bona beşdarbûna hilbijartinê heman dem bertekên wan li hemberê redkirina van daxwazan bi wate bû. Hem di asta cihanî, hem ji li Îran’ê bi xwe rûxmê hemû astengiyan nerazîbûnên jinan hebûn. Dibe ku jin li benda bersiveke wisa di milê rejîmê de bûn, lê ya girîng rûxmê ku rêbazê wan dihate zanîn jî, serlêdana jinan ji bona beşdarbûna siyasetê bû. Jinên Îran’î rûxmê ku her tim serlêdanên wan ya beşdariya hilbijartinan de weke nûnerên jin di radeyeke jor de tê red kirin jî beşdar dibin. Ev bi xwe jî peyamek ji bona vê zihniyet û pergalê ye. Jin di rastiyê de bi xwedî derketin ji vî mafê xwe zagonên sexte û astengiyên heyî rewa nabînin û di vê baweriyê de ne ku ev mafê wan ne mijareke ku zihniyeta zayendîparêz li gor têgîn û berjiwendiyê xwe rê li wê bigrin. 

Berxwedana jinan a li hember rejîma Îranê çi ewqas nayê dîtin û nabe malê giştî jinên li Îranê û derveyî Îranê?

Li Îran û derveyê welat bêguman nerazîbûnên jinan li hemberî vê biryara Rejîma Îranê di astekê de derkete pêş, lê belê ji ber ku pirsgirêka jin û mêzekirina zihniyeta dethilatdar ji jinê re heman e, ev nerazîbûn tenê bi jinan re sînordar ma. Ji xwe medya û saziyên ragehandinê jî hemû xwedî heman zihniyet û têgînê ne û îro di destê saziya zilamê serdest de ye. Ji ber wê jî pir zêde di rojevê de nehiştin. Sedemeke din jî ku hemû jinan ev yek nexistin rojev, an jî neketin nava nerazîbûneke hê bilindtir, ji ber ku her tim bi vê nêzîkatiya rejîmê re rû bi rû mane. Ya rast kiryarên rejîmê li hemberê xwe weke çarenûsekê dibînin, ev yek jî bi xwe rêbaz û siyaseteke zihniyeta zayendîparêz ji bona ji rêzê kirina têkoşîna azadiya jin e. Jinên ku di ferqa vê feraset û siyaseta rejîmê de ne rûxmê hemû astengî û berxwedana vê rejîmê ya di warê paşvekişandina jin di vê têkoşînê de ber xwe didin û bê deng namînin. Lê belê jinên ku asta vê zihniyet û rastiya vê pergalê jî nederxistine zanistê van kiryar û biryarên derheqê jinê de weke rewşeke asayî dibinin. Ji ber vê jî bertek nîşan nadin. Lê bêlê jina ku vê ji ber rêbaz û siyaseta rejîmê van nêzîkatiyên li hemberê xwe weke rewşeke bi zorê dayîna sepandin û çarenûs jî dibînin di milê hest û raman de van kiryar û bê dadiya heyî ji dil qebûl nakin. Her tim di nava xeyal û hêviyên xwe de bendewariya rizgarî ji vê rewşê, jiyaneke azad û wekhev di milê her jinekê de tê jiyankirin. Ev hêvî xeyal û bendewariyên jinê bi xwe jî nerazîbûn û rewa nedîtina zagon û pergalên ku bi hişmendiya zilamê serdest hatiye damezirandin e.  

Jinên ku ji bo hilbijartina serokkomariyê bûbûn namzet bi gelek astengiyan rast hatin û namzetiya wan hat betal kirin. Vê yekê bandoreke çawa li jinan û tevahiya civakê kir?

Bi giştî em nikarin bêjin ku jin li hemberî vê biryarê bêdeng man, jinan bi rêya ragihandina di dest xwe de û derfetên ku hebûn rojevek dane avakirin. Heman dem xwedî ji berendamên xwe yê jin derketin. Li Îranê bi xwe jî nerazîbûn û nerazîbûn hebû, lê belê pir rêxistinkirî yan jî bi avayeke yek deng nebûn. Têkoşîneke parçebûyî xwe da pêş. Heman dem zext û gefên rejîmê li hemberî bertekên jinan, bû sedem ku ev nerazîbûn pir dirêj nekin, an jî kêm bimînin. Li kêleka nerazîbûn û nerazîbûnên jinan bêdengiyek jî hebû. Her çend ku carna bêdengî li hemberê bêdadî û binpêkirina mafan pir rêbazeke têkoşînê ku mirov erê bike nebe jî, lê belê carna ew bi xwe jî rêbazeke nenaskirina wê pergal û biryarê ye. Li hemberê kiryarên rejîma Îran’ê em pir car bûne şahide bertekên gel û jinan yê bêdengiyê, lê belê şûnda bi rêbazeke nû yê têkoşînê ew bêdengî ziviriye hêzeke hê rêxistinî. Dibe ku ev biryara rejîmê bibe sedem ku bêdengiya jinan di hilbijartinê jî bandor bike, dibe ku jimareke pir zêde ya jinan li cihên ku berendamên jin hatine red kirin neçin ser sindoqên hilbijartinê. Her çend ji ber sedemên me behs jê kir bertek û nerazîbûnên jinan pir zêde nekete rojevê lê belê nerazîbûneke mezin di nava jinan de hebû. Lê ew nerazîbûn ji ber ku di milê hemû rêxistin û saziyên jin li Îran û derveyê welat bi avayeke rêxistinkirî û li jêr yek dûrûşmê de nehatin rêxistinkirin pir zêde bi bandor nebû.

Li pêş jinên Îranî di 29’ê Gulanê de hilbijartin heye divê jin bi çi awayî hilbijartinan pêşwazî bikin?

Em jin demeke wisa de dijîn û bi pergal û zihniyetek wisa re rû bi rûne ku ji bo bi destxistina mafên xwe yê herî piçûk jî mecburin bedel bidin û her kêlî di nava têkoşînê li hemberê zihniyeta zayendîparêz û desthilatdar bin. Li cîhana mirovan pergalên ser hîmê zayendîparêzî û desthilatdariyê ku jiyana civakê û taybet jî di serî de ya jin weke qadeke metîngerkirinê dagirtine. Ji ber vê jî em jin ji bona bi desxistina nirx û jiyana ku di avakirina wê de kedeke me ya mezin hebûye pêwîst dike di serî de qadên ku ji dest me hatine girtin em careke din mafê xwe yê beşdarbûna wan qadan bi dest bixin. Di serî de pergala baviksalarî mafê jin yê xwe rêvebirina xwe û civakê ji dest wê girt û bi vi şêwazî hem beşdarbûna jin nava siysetê asteng kir heman dem yek ji amûrên bingehîn yê pêşketina azadî û demokrasiyê ji dest wê girt. Her çend ku sedsala 21. weke sedsala demokrasî û pêşketinên ilmî bê nav kirin jî, lê belê dema ku em jin li jiyan û rastiya mirovahiyê ya ku di nava xwînê û bêdadî û hejariyê de her roj ber bi mirinê ve diçe temaşe dikin em rastiya dîrokî ya zihniyeta zayendîparêz û pergala zilam dikarin hê baştir bibînin. Ji bona wê jî beşdarbûna jinan di qada siyasetê de yek ji mijarên lê neveger yê azadiya jin û civakek azad e. 

'DI HILBIJARTINAN DE DIVÊ JIN LI VÎNA XWE XWEDÎ DERKEVE'

Bi taybetî li welatekî weke Îranê ku pergala heyî kêlî kêlî jiyana jinê ji wê distîne û di şexsê jina dîl girtî de civakê kedî dike em jin nikarin vê mirin û tinebûna xwe ji nedîtî ve bên. Dibe ku asta zextên li ser me jinan hê zêdetir û zagon û biryarên ji bona mafê jinan hê zayendîparêztir bin. Lê ya girîng ew e ku em jin xwedî mîrateya têkoşîna bi salan ya jinên ku di oxira mafên ku îro me jinan bidest xistiye derkevin û li van mafan zêde bikin. Li hemberê her cûre zext û zagonên ku mafê me yê beşdarbûna nava siyaset û jiyanê asteng dike pêwîste ku di serî de yekbûn û riheke hevbeş ya jinan hebe. Taybet jî di demên hilbijartinan de sekin û têkoşîneke wisa ji bona bi dest xistina mafê xwe dikare pir sînor astengiyan derbas bike. Di hilbijartina 16’ê Gûlanê de jî bi xwedî derketin ji berendamên jin ku bi nasnameya jin û ser bingehê mafê jinan tevlî bûne girîng e.

Dibe ku ji bona serokkomariyê endamên hilbijaret yê jin nebin, lê belê bidestxistina Rêveberiyê bajaran(şoraya şeher) û gundan jî destketiyeke mezin ji bona jinan e. Her jinek dema ku beşdarê qada siyasetê bibe bi vê beşdarbûnê, fikir û şêweyeke hê demokratîk ji bona bê pêşxistin dikare bi rolê xwe rabe. Demekê em jin dikarin behs ji azadî û mafê wekhev bikin ku di qada siyasetê de reng û ramanê jinê hebe. Têkoşîna me jinan ji bona bi destxistina redeya beşdarbûna nava hilbijartinê pêwîst e ji her demê zêdetir be û ev sedemeke mezin ya têkoşînê û xwe rêxistinkirinê ye. Di cihê ku deng û helwesta jinan yek be li wir jin dikarin bi rêya bidestxistina mafên xwe di bingeh de şoreşa zihniyet ava bikin. Bi destxistina her yek ji van mafan di rastiyê de serxistina mafên azadiyê û lewazkirina zihniyeta zayendîparêz û baviksalarî ye. Yek ji dûruşmeyên me jinan bi avayeke yek dil û yek deneg di vê demê de dikare ji bona mafê beşdarbûna qada siyasî be. Em jin pêwîste bi hêza xwe ya avakirin û gûhertinê bawer bin û sînorên zihniyetî û hişmendiya ku demokrasî û mafê jiyana azad ji mirovan digirin bişkênin û derbas bikin."