Jinan li Strasborgê ji bo Ocalan çalakî kirin

Çalakiya rûniştinê ya bi pêşengtiya jinan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasborgê hatibû destpêkirin, di roja 2’an de ye.

Çalakiya ku aktivîstên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ya li qada çalakiya Nobeda Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin dewam dike. Di roja duyem a çalakiyê de jinan pankartên bi wêneyê Ocalan û dowîzan qada çalakiyê xemilandin û tîşortên rengê xemir a ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ li xwe kirin.

Jinan li ser tecrîd, komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê dosya pêşkêşî nûnerên herdemî yên endamên Konseya Ewropayê dikin.

Di çalakiyê de panelek bi sernavê ‘Rastiya Rêbertî û Jinê’ hate lidarxistin. Zîlan Diyar anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye; ‘Azadiya jinê ji hemû azadiyan bi nirxtir e’ got: “Ji bo vê girêdana me ya jinan a bi Rêber Apo re pir zêde ye. Em ê hemû jin têkoşînê mezin bikin û Rêbertiya xwe azad bikin.”

Diyar anî ziman ku di pêvajoya esaretê de jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya jinê kiriye rojev û got: “Rêber Apo di hemû parêznameyên xwe de diyar kiriye ku azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye.”